
Mihemed Cemîl: Tirkiye ji Serê Kaniyê vedikişe
.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Cemîl piştrast kir ku alayên Tirkiyeyê ji hemû saziyên hikûmetê yên li Serê Kaniyê hatine daxistin.
Mihemed Cemîl her wiha diyar kir ku Tirkiyeyê hêzên xwe vekişandine û niha Asayîşa Giştî ya Sûriyeyê li herêmê ye.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Cemîl beşdarî bultena Rûdawê bû û eşkere kir ku Tirkiyeyê deriyên sînorî yên Serê Kaniyê û Girê Spî radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kirine.
Li gorî gotina Mihemed Cemîl, li hemû saziyên hikûmetê yên Serê Kaniyê alayên Tirkiyeyê hatine daxistin û hêzên wan hatine vekişandin.
Cemîl got, "Tenê du xalên wan ên leşkerî mane; yek li gundê Dawûdiyeyê û ya din jî li gundekî rojhilatê Serê Kaniyê ye."
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê da zanîn ku tenê li wan her du xalên leşkerî hêz û alayên Tirkiyeyê tên dîtin lê li gorî amaran hejmara wan hêzan jî wekî berê ne zêde ye.
Mamosteyên Tirkî jî vekişiyane
Piştî vekişîna hêzên Tirkiyeyê, asayîşa giştî ya hikûmeta Sûriyeyê ji bo qonaxa veguhestinê hatiye herêmê lê hejmara wan kêm e.
Berê li dibistanên Serê Kaniyê perwerdeya bi Tirkî hebû.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê her wiha anî zimên ku li gel vekişîna hêzên Tirkiyeyê, mamosteyên zimanê Tirkî jî çûne û perwerdeya bi Tirkî hatiye rawestandin.
Piştî dagirkirina Serê Kaniyê, piraniya Kurdan koçber bûbûn û Ereb li malên wan hatibûn bicihkirin. Mihemed Cemîl diyar kir ku ji dema ku Reqa û Dêrezor ketine destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Erebên wan her du bajaran ji Serê Kaniyê derdikevin û vedigerin warên xwe. Hat zanîn ku ji doh ve 23 malbat vegeriyane Dêrezorê.
Li gorî zanyariyên Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, asayîşa giştî ji wan Erebên ku malên Kurdan dagir kirine re gotiye ku "di demeke herî nêz de" malan vala bikin.
Mihemed Cemîl destnîşan kir ku niha komên çekdar ên wekî Hemzat, Emşat û Silêman Şah ên ku ser bi Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve ne, kontrola Serê Kaniyê di destê wan de ye.
Çiriya Pêşîna 2019an Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê kiribû û ew der dagir kiribûn. Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, ew komên çekdar tevlî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bûn.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin