Michael Rigas: Konsulxane sembola hevbeşiya demdirêj e

Michael Rigas: Konsulxane sembola hevbeşiya demdirêj e

.

A+A-

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas di merasîma vekirina konsulxaneya nû ya Amerîkayê de got, "Ev avahî sembola hevbeşiya demdirêj a Amerîkayê ye bi Herêma Kurdistana Îraqê re."

Rigas her wiha bangî Bexda û Hewlêrê kir ku mîlîsên girêdayî Îranê hilweşînin.

Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya Hewlêrê ku wekî "konsulxaneya herî mezin a cîhanê" tê naskirin, bi merasîmeke fermî hat vekirin.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û gelek dîplomat û berpirsên payebilind beşdarî merasîma vekirinê bûn

Konsulxaneya herî mezin a cîhanê ye

Kompleksa nû ya konsulxaneyê li ser rûberê 202 hezar û 350 metre çargoşe hatiye avakirin û têçûna wê gihiştiye 796,1 milyon dolarî.

Ev proje wekî nîşaneya giringîdana Amerîkayê ya bi Herêma Kurdistanê û Îraqê tê nirxandin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas di gotara xwe de ev proje wekî "nîşaneya mîmarî û endezyariya herî baş a Amerîkî" bi nav kir û got:

"Ew konsulxaneya nû ya ku em îro ahenga wê dikin, zêdetir e ji zincîreyek avahî û binesazî; belge ye li ser qîmeta wê pêwendiya ku di navbera Amerîka û Herêma Kurdistana Îraqê de heye."

"Divê mîlîsên girêdayî Îranê bên hilweşandin"

Yek ji xalên herî girîng ên axaftina Rigas, peyama wî ya tund a li dijî komên çekdar û mîlîsên nêzîkî Îranê bû.

Rigas êrişa hefteya borî ya li ser rafîneya gazê ya Kormorê bi bîr anî û wekî "êrişeke terorîstî ya kirêt" pênase kir.

Rigas bangî serkirdeyên Kurd û Îraqî kir û got:

"Em hevbeşên xwe yên Îraqî û Kurd teşwîq dikin ku sûdê ji vê derfetê wergirin, wan mîlîsên ku Îran piştgiriyê dide wan bêhêz bikin û hilweşînin ku tundî û çalakiyên têkder didomînin û tenê ziyanê digihînin serweriya Îraqê."

Herêma Kurdistanê: Dengekî pêbawer

Berpirsê payebilind ê Amerîkayê pesnê rola Herêma Kurdistanê da û tekez kir ku ew "hevbeşekî bibandor ê ewlehiyê" ye.

Michael Rigas wiha axivî, "Herêma Kurdistana Îraqê ya bihêz, aram û xweragir, stûneke bingehîn a wê pêwendiyê ye ku Amerîkayê bi Îraqê re heye.

Em spasiya rola Herêma Kurdistanê dikin wekî dengekî pêbawer li Îraq û seranserê herêmê."

Piştgiriya aborî û boriya petrolê

Di beşeke din a axaftina xwe de, Rigas amaje bi rola şîrketên Amerîkî yên li herêmê kir û diyar kir ku di bin serokatiya Serok Trump de ew giringiyê didin bazirganiyê.

Rigas got, "Em spasdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê parêzvaneke bihêz e ji bo berjewendiyên aborî yên Amerîkayê, di nav de girtinaroleke sereke di vekirina boriya petrola Îraq-Tirkiyeyê de ku sûdê digihîne şirketên petrolê yên Amerîkî û alîkariya Îraqê dike li ser rêya wê ya ji bo serxwebûna enerjiyê."

Civîna bi Nêçîrvan Barzanî re

Beriya merasîmê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas civiyan.

Di wê civînê de jî her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku divê encamderên êrişa Kormorê derkevin pêşberî dadgehê û hat gotin, "Çek divê tenê di destê dewletê de be."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin