Mezlûm Kobanî: Ti pirsgirêkên me bi Herêma Kurdistanê re nînin

Mezlûm Kobanî: Ti pirsgirêkên me bi Herêma Kurdistanê re nînin

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî dibêje, ti pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re nînin û peywendiyên wan ligel hikûmeta Herêmê hene û tekez dike, “Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye.” Mezlûm Kobanî herwiha diyar dike, ew ji bo diyaloga li gel Tirkiyê amade ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, duh, 06/01/2022 di hevpeyvînekê de li gel `Enstîtuya Lêkolînên Washingtonê` behsa peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, çarenivîsa Rêveberiya Xweser, egera diyaloga li gel Şam, opozisyon, Îran û Tirkiyê û astengiyên li ber wê diyalogê û rola Rûsya û Amerîkayê ya li Rojava û Sûriyê kir.

Helwesta Şamê û destpêkirina diyalogê

General Mezlûm Kobanî di wê hevpeyvînê de li ser girîngiya destpêkirina danûstandinên li gel Şamê, dibêje, eger rêkeftinek di navbera rojhilat û rojavayê Firatê (Rêveberiya Xweser û Şam) de bê kirin, pirsgirêkên Sûriyê dê li pey hev çareser bibin.

Lê Mezlûm Kobanî tekez dike, “Em vegera bo berê qebûl nakin. Rêveberiya Xweser 10 sal in ku heye û divê bi destûrî qebûl bikin.”

Li ser dosya leşkerî jî Mezlûm Kobanî dibêje, divê hikûmeta Sûriyê, HSD û Asayişê nas bike, lê dibêje, “Ew (Şam) hîn ji vê gavê re ne amade ye.”

Mezlûm Kobanî gihiştina çareseriyê, bi guvaşa berdewam a aliyên navdewletî ya li ser hikûmeta Esed ve girê dide û dibêje, “Em di wê baweriyê de ne ku eger lihevkirinek di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de di bin sîwana navneteweyî de pêk were, dê hemû pirsgirêkên li Sûriyê li pey hev bên çareserkirin.”

`Peywendî qut nebûne`

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, “Peywendiyên me bi hikûmetê re berdewam in û qut nebûne û em dixwazin ji bo nakokiyên di navbera me de bigihijin çareseriyekê. Em gihiştine wê encamê ku hikûmeta Esed niha ne amade ye ku bigihije çareseriyan.  Hikûmet bi helwesta `aliyê serketî` diaxive û ji aliyê xwe ve wî mafî bo xwe dibîne ku biryarên xwe bisepîne û vegere pêş sala 2011an.”

Mezlûm Kobanî amaje bi helwesta Partiya Beis jî kir û got, amadenebûna hikûmetê ji bo diyalogê, ji ber îdeolojî û siyaseta Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst e ku desthilatdar e li Sûriyê û “yên din qebûl nake.”

Li ser peywendiyên li gel aliyên opozisyona Sûriyê jî Mezlûm Kobanî dibêje, “Peywendiyên me bi opozîsyonê re ne baş in, bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û danûstandinên wan bi Tirkiyê re ku daxwaz ji wê dikin wan deveran dagir bike.”

Lê di dewama gotinên xwe de Mezlûm Kobanî diyar kir, peywendiyên wan li gel hinek aliyên opozisyonê yên wek platformên Moskow û Qahîrê û herwiha li gel kesayetên diyar ên opozisyonê hene, “lê peywendiyên me bi Birayên Misilman (Îxwanî Muslîm) re nînin.”

`Ti pirsgirêkên me bi Herêma Kurdistanê re nînin`

General Mezlûm Kobanî li ser peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku ti pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re nînin û peywendiyên wan ligel hikûmeta Herêmê hene û got, “Em hewl didin peywendiyan bi her kesî re, bi hemû partiyan û serkirdeyên wan re deynin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi dawî alozî û nakokiyan jî kir, lê got, “Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye.”

General Mezlûm Kobanî behsa rewşa Îranê jî kir û got, “Her tişt bi encama danûstandinên li gel Amerîkayê ve girêdayî ye. Em naxwazin herêma me bibe ne beşeke nakokiyên navçeyî û ne jî beşeke şerê Amerîka û Îranê.”

Mezlûm Kobanî li ser helwesta Îranê tekez kir, “Pêwîst bû Îran roleke erênî di dosyaya Sûriyê de bilîze, ji ber ku bandora wê li ser hikûmeta Sûriyê heye” û derbarê peywendiyên li gel Îranê jî got, “Pirsgirêkên me bi Îranê re beriya hatina Amerîkiyan jî çareser bûn. Niha ti pirsgirêk li gel Îranê nînin û eger pirsgirêk hebin jî dûrî me xuya dikin, lê bandorê li me dikin.”

Welatên Kendavê vê dawiyê pêngavên asayikirina peywendiyên li gel Şamê diaivêjin û Mezlûm Kobanî dibêje, “”Em ne li dijî peywendiyên wan bi Şamê re ne, lê nabe ev peywendî li ser hesabê me û gelê Sûriyê bin. Eger peywendiyên wan bi hikûmetê re bi awayekî erênî li ser pirsgirêkê çêbin, em piştgiriya wê dikin. Lê dema hikûmet van peywendiyan weke hêz û êrîşkar bibîne, wê demê ev peywendî dê veguherin tiştekî neyînî.”

`Em ji bo diyaloga li Tirkiyê amade ne`

General Mezlûm Kobanî li ser pirseke derbarê helwesta Tirkiyê de jî got, “Bi giştî em dixwazin nakokiyên xwe yên ligel Tirkiyê bi rêya diyalogê çareser bikin, ji ber ku me weke HSD çendîn caran eşkere kiriye, em ne aliyekî şerê di navbera Tirkiye û PKKê de ne.”

Mezlûm Kobanî amadebûna xwe bo her hevdîtineke li gel Tirkiyê derbirî û amaje bi hevpeymaniya AKP û MHPê kir û got, ew “şerê dijî Kurdan dikin. Hebûna Kurdan li Sûriyê red dikin û dibêjin, ew `xeletiya li Iraqê` dubare nakin.”

Lê Mezlûm Kobanî di wê baweriyê de ye , “ev nêzîkatiya êrîşkar dê berdewam neke. Niha her ku diçe lawaz dibin û di encamê de di bin zextên navxweyî û navnetewî de dê dest bi pêngava diyalogê bê kirin.”

Li ser helwest û rola Rûsya û Amerîkayê jî Mezlûm Kobanî, wan herdu zilhêzan, wek `lîstikvanên sereke` yên li herêmê binav dike û di wê baweriyê de ye ku eger lihevkirinek di navbera van herdu aliyan de pêk were, di dosyeya Sûriyê de dê pêşketin çêbibin.

Fermandarê HSDê behsa hewldanên dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê kir û got, “Ne rejîm û ne jî opozisyona nêzîkî Tirkiyê çareseriyekê naxwazin, ji ber ku sûdê ji berdewamiya aloziyê werdigirin.”

Peywendiyên li gel Rûsyayê

General Mezlûm Kobanî derbarê peywendiyên li gel Rûsyayê dibêje, “Hevahengî û peywendiyên serbazî yên bihêz û xalên serbazî yên hevbeş li gel Rûsyayê hene. Peywendiyên me yên siyasî hene û berdewam in û em dixwazin Rûsya rola xwe zêde bike. (Rûsya) rola navbeynkariya me û Şamê lîst, û em di wê baweriyê de ne ku Rûs ew alî ne ku rasterast dikarin bandorê li ser hikûmeta Sûriyê bikin.”

Fermandarê HSDê tekez dike ku  rewşa Deraa û Rojava ji hev cuda ye û dibêje, “Deraa di warê leşkerî de şikest û piştre lihevkirin pêk hat. Em têk neçûn û me lihevkirin qebûl nekir. Peymanên me yên siyasî hene û ji ber ku ji ber dewleta Tirk me daxwaz ji wan kir, Rûsya hat. Rewşa li vir aloztir e û ji yekê zêdetir garantor hene. Ji ber vê yekê zehmet e ku Rûsya tiştekî wiha bike û pêwîstiya wê bi vê herêmê heye.”

Li ser danûstandinên Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî General Mezlûm Kobanî dibêje, êdî tiştekî ku “Rûsya pêşkêşî Tirkiyeyê bike tune ye. Rûsyayê helwesta xwe eşkere kir û ragihand ku ew qebûl nakin axa Sûriyê ya nû ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin.”

Peywendiyên li gel Amerîkayê

Mezlûm Kobanî derbarê peywendiyên li gel Amerîkayê jî, amaje bi destpêkirina peywendiyan di serdema Obama de di dema şerê Kobanî de kir û got, “heta dawiya desthilata wî (Barack Obama) berdewam kir û li gel Trump berdewam kir, lê rêveberiya Trump pabendbûna xwe bi Rêveberiya Xweser re bi jinavbirina DAIŞê ve girêda. Ji aliyê leşkerî ve ev yek bû sedema wan pirsgirêkan di navbera me de.”

Li gor Mezlûm Kobanî, tişta ku rêveberiya Trump kir, “Zirar gihandin vê herêmê û destkeftiyên ku me û artêşa Amerîkî bi hev re bi dest xistine.”

Mezlûm Kobanî dibêje, di navbera rêveberiyên berê û niha yên Amerîkayê de cudahî hene û eşkere dike, “Em hest dikin ku ew bi me re şefaftir in ji ber, ew mijarên taybet li ser herêmê û me, bi me re re parve dikin û nîqaş dikin.”

Hebûna Amerîkayê li Rojava

General Mezlûm Kobanî diyar dike, “Berpirsiyarên wan ên zelal hene, di nav de mayîna li vir û venekişîn jî heye”, lê tekez jî dike ku, ew ne dibêjin `bila leşkerên Amerîkayê heta hetayê li Rojava bimînin, ne jî dibêjin `bila me biparêzin`, “Lê belê em dibêjin, heta çareseriyeke siyasî çênebe divê bimînin. Belê, me DAIŞ têk bir, lê şerê li dijî wê hê jî didome. Ji bo li dijî DAIŞê rawestin divê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Bi kurtasî em dixwazin mayîna Amerîkayê ya li vir ji bo çareseriya siyasî bikin zemînek.”

Mezlûm Kobanî geşbîn e ku “hikûmeta Sûriyê neçar e helwestên xwe biguhere û rewşa navxweyî, aborî û navdewletî rê nade ku vegere sala 2011an” û li gor Mezlûm Kobanî, “Hêzên navdewletî destpê kiririn ku divê pirsgirêka Sûriyê bê çareserkirin û aliyên ku bijardeya şer dixwazin, mîna Tirkiye û hikûmeta Sûriyê, paşerojê wan nîne û yên ku banga diyalogê dikin jî ew in ku pêş de diçin.”

General Mezlûm Kobanî di dewama gotinên xwe de tekez dike, “Eger em dest bi wê diyalogê bikin, em dê tê de amade bin, ji ber ku ev 10 sal in em rastîyeke berçav in û bi baweriya min di sala 2022an de ew pêngav dê dest pê bikin û em dê bibin şahidê pêşketinên di proseya siyasî de.”

Werger / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin