Mezlûm Kobanî: Em pêşniyaza Şamê red dikin

Mezlûm Kobanî: Em pêşniyaza Şamê red dikin

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî diyar dike, rejîma Sûriyê dixwaze vegere rewşa berî 2011an, lê ev ne cihê qebûlkirinê ye û ew vegera berî sala 2011an red dikin.

Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî diyar dike, hebûna Hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gelekî girîng e.

Nêzîkî 900 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî li navçeyên bin desthilata HSDê û Binkeya Leşkerî ya Tenef hene û pêgeha wê ya bi hêz li Encûmena Ewlekarî û navendên din tê wê wateyê ku bê Amerîka krîza Sûriyê nayê çareserkirin.

Mazlûm Kobanî destnîşan dike: “Baweriya me wisa ye ku bêyî Amerîkayê, çareseriya siyasî li Sûriyê bidest nakeve. Girîng e Amerîka bimîne ji bo ku bigihêjin çareseriyeke siyasî. Divê Amerîka di vî warî de rol bibîne. Ev nêrîna me ye. Mebesta min ew e, rola Amerîkayê ne tenê ji bo şerê dijî DAIŞê ye, lê rola wî welatî ji bo gihiştina çareseriya siyasî jî gelek pêwîst e. Take rê ji bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê, çareseriya siyasî ye li Sûriyê.”

Fremandarê HSDê Mazlûm Kobanî eşkere dike, tiştê ku Şam ji wan daxwaz dike, ne cihê qebûlkirinê ye.

Mazlûm Kobanî dibêje: “Em dixwazin bi rejîma Sûriyê re bigihêjin rêkeftineke siyasî. Hinek pêwendiya me li gel hev heye. Ew carnan pêwendî li gel me dikin, lê em negihiştine xalekê ku rêkeftin hebe. Rejîma Sûriyê dixwaze vegere sala 2011an, wate ji bo pêş bûyerên sala 2011an, ev jî ne guncav e. Me jê re gotiye ku nabe vegerin rewşa berî 2011an.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin