
Mezlûm Ebdî: Me xwestiye ku Kurdî bibe zimanê fermî
.
Mezlûm Ebdî got, “Me daxwaz kiriye ku zimanê Kurdî li gel Erebî li herêmên ku piraniya wan Kurd in wekî zimanekî fermî were naskirin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, ji kanala “Al-Arabiya”yê re ragihand ku kanalên pêwendiyê yên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re rojane çalak in û her du alî li ser prensîba Sûriyeyeke yekgirtî ya di bin artêşeke tenê de li hev dikin.
Wî teqezî li ser pêbendbûna HSDyê ya bi Peymana 10ê Adarê ya ku bi Serokkomarê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer re îmze kiribû kir û got, “Ji bo bicihanîna xalên peymanê dê dem pêwîst e.”
Gneral Mezlûm diyar kir ku HSD dê wekî beşek ji pêvajoya berfireh a yekbûnê tevlî Wezareta Parastinê bibe û wiha axivî:
“Tevlîkirina 100 hezar çekdaran a nav wezaretê karekî girîng e. Dê Sûriyeyê xwedî hêzeke leşkerî ya tenê û navendî be, ne du artêşên cuda.”
“Nenavendîtî nayê wateya perçebûnê”
Wî her wiha piştrast kir ku daxwaznameyeke fermî ji Şamê re hatiye pêşkêşkirin ji bo vegerandina saziyên hikûmetê yên li Reqa, Hesekê û Dêrezorê û got:
“Em di dîtina xwe ya li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê de yekgirtî ne. Nenavendîtî nayê wateya perçebûnê.”
“Me xwestiye ku Kurdî bibe zimanê fermî”
Mezlûm diyar kir ku Şamê amadehiya xwe ya ji bo naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan nîşan daye û biland:
“Me daxwaz kiriye ku zimanê Kurdî li gel Erebî li herêmên ku piraniya wan Kurd in wekî zimanekî fermî were naskirin.”
Li gorî Fermandar Mezlûm divê hinek saziyên serwer di bin modela nû ya birêvebiriyê de navendî bimînin.
Wî amaje pê kir ku Şamê ji ber rûdanên li Siwêdayê daxwaza taloqkirina civîna plankirî ya Parîsê kiriye û berdewam kir:
“Ev rûdan pêwîstiya bi berdewamkirina dan û standinan û gihiştina rêkeftineke dawî xurtir dikin.”
Wî her wiha bal kişand ser rola muhtemel a Erebistana Siûdî û got:
“Eger Erebistana Siûdî wekî navbeynkar beşdarî dan û standinên me yên bi Şamê re bibe, dikare roleke avaker bilîze.
Ji xwe di hewldanên rakirina sizayên li ser Sûriyeyê de roleke sereke lîstiye.”
“Bi Tirkiyeyê re pêwendiyeke me ya berdewam heye”
Mezlûm derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re jî da zanîn, “Bi Tirkiyeyê re pêwendiyeke me ya berdewam heye û nêrîn erênî ye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin