
Mezlûm Ebdî li ser Şandeya Kurdî daxuyanî da: ‘Hev temam dikin’
.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Her du şande hev temam dikin.”
Navên endamên Şandeya Kurdî ya ku dê bi Hikûmeta Sûriyeyê re li ser mafên Kurdan dan û standinan bike hatin eşkerekirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Şandeya Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Avakirina Şandeya Kurdî di çarçoveya bicîhanîna peymana 10ê Adarê de ye ku tekezî li ser parastina mafên gelê Kurd bi destûrî li Sûriyeyeke yekgirtî kiriye.
Em bawer dikin ku naskirina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeyeke Demokratîk û dadmend e ku hemû alî tê de beşdar bin.
Her du şande, Şandeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Şandeya Kurdî hev temam dikin, pêbendbûna me bi diyaloga niştimanî wekî vebijarkeke stratejîk ber bi paşerojeke dadperwerane û wekhevî nîşan dide.”
Şandeya Kurdî
Hevserokatiya Şandeya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Endamên Şandeya Kurdî ya ku piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” hat avakirin bi daxuyaniyeke nivîskî hat eşkerekirin.
Navên endamên Şandeya Kurdî ya “hevdîtinên bi Hikûmeta Sûriyeyê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re” hatin eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku Şandeya Kurdî dê di çend rojên pêş de dest bi hevdîtinên xwe bike.
Li gorî daxuyaniyê, Şandeyê civîna xwe ya damezirandinê 4ê Hezîranê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê û endama Dîwana Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê li dar xist.
Hevserokatiya Şandeya Kurdî di daxuyaniya xwe de ragihand:
“Piştî şêwirên di navbera aliyên beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de bûne ku 26ê Nîsana îsal hat lidarxistin û li gorî biryara konferansê ya pêwîstiya avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdî ji bo diyalogê bi hikûmeta Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re li gorî nêrîna hevbeş a Kurdî ya derbarê Sûriyeyê û doza Kurdî de, şandeyê civîna xwe ya damezirîner 4ê Hezîranê li dar xist.
Di civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn, endama Dîwana Konferansê Îlham Ehmed amade bûn û Şande dê di çend rojên bê de yekser dest bi erkên xwe bike.”
Hevserokatiya Şandeya Kurdî navên endaman eşkere kir:
“Perwîn Yûsif û Mihemed Îsmaîl wekî hevserokên şandeyê hatin destnîşankirin.
Aldar Xelîl, Rîhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif jî wekî endamên şandeyê hatin diyarkirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin