
Mezlûm Ebdî: Ez amade me bi Erdogan re bicivim
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî amadehiya xwe ya ji bo civîna bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re diyar kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi kanala Şemsê re hevpeyvînek kir û behsa mijarên di rojevê de û pêşhatên dawî kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got:
“Roleke sereke ya Tirkiyeyê hebû di şerê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de.
Tirkiyeyê, Efrîn û herêmên din ên wekî Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin.
Di çar salên borî de me şerekî dirêj li hemberî hev kir.”
“Em bi Tirkiyeyê re di pêwendiyeke rasterast de ne”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî anî ziman:
“Bi Tirkiyeyê re 2 meh û nîv in agirbesteke me heye. Aramiyeke demkî û bişert heye.
Em hêvî dikin ev bibe agirbesteke mayînde. Bi Tirkiyeyê re pêwendiyên me yên rasterast û kanalên rasterast hene, her wiha navbeynkar jî hene.
Em hêvî dikin ev pêwendî bi pêş bikevin.”
Mezlûm Ebdî derbarê mercên agirbestê got:
“Li cem Tirkiyeyê hinek dosyayên ewlehiyê hene ku dixwaze em çareser bikin û em niha li ser wan dixebitin.
Xetên sînor, xetên pêwendiyê û mijarên din hene.
Her wiha Tirkiye girîngiyê dide yekbûna HSDyê ya bi artêşa Sûriyeyê re û dosyeyên din.”
“Em amade ne bi Erdogan re bicivin”
Ebdî li ser amadebûna civîneke bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re got:
“Niha planeke wiha nîne lê ez ti astengiyan nabînim ku bi Serokkomar Erdogan re rûnim.
Niha rewşa şer nîne, em bi Tirkiyeyê re ne di şer de ne.
Îhtimala bipêşketina pêwendiyên me di paşerojê de heye û em amade ne.”
“Agirbesta me ya bi Tirkiyeyê re berhema pêvajoya bi PKKyê re ye”
Mezlûm Ebdî her wiha diyar kir ku ew biryara bidawanîna şerê çekdariyê ya PKKyê bi dilxweşî pêşwazî dikin û got:
“Em vê biryarê bi dilxweşî pêşwazî dikin. Ev biryara wan a taybet e, yanî ya PKKyê.
Biryara vekişîna PKKyê bandoreke wê li ser vê herêmê hebû û bi baweriya min agirbesta me ya bi Tirkiyeyê berhema vê pêvajoya çareseriyê ye.”
Enqereyê salên dirêj HSD wekî gefeke ewlehiyê dît û bi PKKyê ve girêdayî dihesibîne. Ji sala 2016an ve gelek operasyonên leşkerî yên mezin li dijî HSD û Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.
Dema ku hêzên mixalif ên Sûriyeyê meha Kanûna Paşîn a 2024an hewl dida ku Beşar Esed birûxînin, Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê êrişên xwe yên li dijî HSDyê, bi taybetî jî li derdora Bendava Tişrînê zêde kiribûn.
Tê gotin ku HSDyê ji bo avakirina herêmeke tampon a li derdora bendavê, destûr daye hêzên girêdayî Şamê ku li wir bi cih bibin.
Her wiha HSDyê 10ê Adarê peymanek bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re îmze kir û Enqere bi vê peymanê re nîşana nermkirina helwesta xwe ya li dijî HSDyê da.
Erdogan bangî Şer kir ku di çarçoveya vê peymanê de pêvajoya yekkirina HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de bilez bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin