
Mezlûm Ebdî: Em dixwazin perwerdehiya bi Kurdî bikin xwedî statuyeke fermî
.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek belav kir û destnîşan kir, zimanê Kurdî li herêmê êdî ji qedexekirinê rizgar bûye û gihîştiye asta zimanê perwerdehiyê û zanîngehê.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro 21ê Sibatê bi peyameke vîdyoyî Roja Zimanê Dayikê li hemû zimannas, mamoste û kedkarên zimanê Kurdî pîroz kir. Ebdî di peyama xwe de bal kişand ser qonaxên dijwar ên zimanê Kurdî li Sûriyeyê û destkeftiyên ku piştî şoreşê pêk hatine.
'Zimanê Kurdî ji tarîtiya qedexeyan derket'
Mezlûm Ebdî amaje bi wê kir, di dema borî de, bi taybetî di serdema rejîma Beisê de, zimanê Kurdî bi temamî qedexe bû û gelê Kurd ji bo parastina zimanê xwe berdêlên giran dan. Herwiha got: "Me di nava 14 salên dawî de, di bin sîwana şoreşê de xebateke mezin kir. Îro bi hezaran zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin û zimanê me gihîştiye asta akademîk û zanîngehan. Ev ji bo me destkeftiyeke dîrokî û mezin e."
Pirzimanî û wekheviya pêkhateyan
Ebdî destnîşan kir, tenê zimanê Kurdî ne, lê belê zimanên pêkhateyên din ên herêmê jî niha di bin sîwana Rêveberiya Xweser de têne parastin. Herwiha tekez kir ku ev yek misogeriya jiyana hevpar û demokratîk a li herêmê ye.
Biryarnameya 13' û fermîkirina perwerdehiyê
Di beşeke din a axaftina xwe de, Mezlûm Ebdî amaje bi "Biryarnameya 13" kir ku wekî bingehekê ji bo qebûlkirina fermî ya zimanê Kurdî tê dîtin. Ebdî diyar kir jî, ew dixwazin di çarçoveya peymanên bi hikûmeta Sûriyeyê û Wezareta Perwerdehiyê re, perwerdehiya bi zimanê Kurdî bikin xwedî statuyeke qanûnî û fermî.
Bang li malbat û zimannasan
Fermandarê HSDê bang li gelê Kurd û hemû malbatên li herêmê kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên bi zimanê dayikê û girîngiyeke taybet bidin perwerdehiya Kurdî. Her wiha bang li akademîsyen û zimannasan kir ku xebatên xwe yên ji bo pêşxistina ziman bi awayekî akademîk xurt bikin.
Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de dubare kir ku zimanê dayikê nasnameya herî xurt a gelê me ye û parastina wê erkê her kesî ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin