
Mezlûm Ebdî: Em dixwazin Kurd herêmên xwe bi rê ve bibin
.
Mezlûm Ebdî piştî civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re got, “Em dixwazin Kurd herêmên xwe bi rê ve bibin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin Kurd bibin xwedî herêmeke xweser û herêmên Kurdan bi xwe bi rê ve bibin.
Beriya niha Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ji Rûdawê re gotibû ku Kurdan daxwaza otonomiyê nekiriye.
Mezlûm Ebdî li Munîhê bersiva van gotinan da nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê û diyar kir ku pirsgirêka Şamê bi "têgehan" re heye.
Ebdî tekez kir ku ew dixwazin herêmên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bi xwe bi rê ve bibin.
Spasî ji bo Nêçîrvan Barzanî
Fermandarê Giştî yê HSDyê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Ebdî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo ku ew beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe alîkar bûye.
Mezlûm Ebdî her wiha destnîşan kir ku di navbera wan û Herêma Kurdistanê de hevahengî heye û got, "Armanca me yek e."
Mezlûm Ebdî li Almanyayê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Ebdî diyar kir ku pirsgirêka hikûmeta Sûriyeyê bi "nav û têgeha" desthilata Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê re heye.
Fermandarê Giştî yê HSDyê bal kişand ser hevdîtinên bi berpirsên welatan re û got:
"Her kes li gel wê yekê ye ku Kurd bibin xwedî mafên xwe.
Divê taybetmendiya herêmên Kurdan li ber çavan were girtin, êrişî ser herêmên Kurdan neyê kirin û Kurd karibin herêma xwe bi rê ve bibin."
Naveroka pirs û bersivên Mezlûm Ebdî:
Pirs: Civînên we girîng bûn. Gelo soza piştgiriyê, bi taybetî ji bo otonomiyê hat dayîn? Çi garantî dan we?
Mezlûm Ebdî: Di civînên me de her kes li gel wê yekê bû ku Kurd bibin xwedî mafên xwe û taybetmendiya herêmên Kurdan were parastin. Her wiha tekezî li ser rawestandina êrişan û birêvebirina herêmê ji aliyê Kurdan ve hat kirin.
Pirs: Civîna we ya bi cenabê Serokê Herêma Kurdistanê re çawa bû? Her wiha eger careke din komên çekdar êrişî Kurdan bikin, gelo şiyana hikûmeta Sûriyeyê heye ku bêyî cudahî parastina hemû Sûriyeyiyan bike?
Mezlûm Ebdî: Me spasiya cenabê Serokê Herêmê kir ku ji bo hatina me ya vê derê alîkar bû. Me bi hev re karekî baş kir. Em şandeya Kurdî wekî yek dibînin. Rast e cuda kar hatiye kirin lê armanca karên me yek bû. Ez bawer dikim ku karên gelekî erênî hatine kirin.
Pirs: Di civînên ku we kirine de we daxwaz kiriye ku berpirsên navneteweyî biçin Rojavayê Kurdistanê?
Mezlûm Ebdî: Belê, di hemû civînan de me ev yek gotiye. Me diyar kiriye ku divê ji bo bicihanîna wê peymana ku me bi Şamê re kiriye mekanîzmayeke garantiyê hebe.
Pirs: HSD dê wekî sê lîwayan beşdarî artêşa Sûriyeyê bibe. We bi berpirsên Şamê re qala vegera Pêşmergeyên Roj a ji bo Rojavayê Kurdistanê kiriye?
Mezlûm Ebdî: Ji bo me ti pirsgirêk nînin ku her ciwanekî Kurd vegere û di nav wan çar lîwayan û hêza jinan de cih bigire ku di nav artêşa Sûriyeyê de tên avakirin. Pêşmergeyên Roj jî dikarin tê de beşdar bibin û karê xwe bikin. Ev ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê pêdivî ye.
Pirs: We bi Amerîka û Brîtanyayê re civîn kirin. Gelo garantiyek heye ku ew aloziyên berê yên li Rojavayê Kurdistanê ducare nebin?
Mezlûm Ebdî: Me ji her kesî xwestiye ku ew tiştên qewimîn ducare nebin. Eger ducare bibin divê helwestek hebe. Her wiha me daxwaza mekanîzmayekê ji bo pêkanîna peymanê kiriye.
Pirs: Agahî hene ku we bi Amerîkiyan re li ser dayîna otonomiyê dan û standin kiriye, ev rast e?
Mezlûm Ebdî: Em neketine nav hûrgiliyên van mijaran lê me tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê taybetmendiya herêmên Kurdan parastî be.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin