
Mezlûm Ebdî: Em dê destkeftiyên şoreşê biparêzin
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxuyand ku "şerê" dawî ji aliyê gelek hêzan ve hatibû plankirin û bi israr li ser wan hate ferzkirin.
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku wan ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî û parastina sivîlan qebûl kiriye ku ji û Reqa û Dêrazorê vekişin.
"Şer ji aliyê gelek hêzan ve hatibû plankirin"
Mezlûm Ebdî peyameke vîdeoyî belav kir û di peyama xwe ya ji bo gel de bal kişand ser hewlên wan ên ji bo rêlibergirtina şer û diyar kir ku wan gelek civîn pêk anîne.
Fermandarê Giştî yê HSDyê got, "Ji 6ê Kanûna Paşîn a îsal ve dema ku civîna me li Şamê çêbû, pişt re li vir û li Hewlêrê gelek civîn çêbûn.
Me dixwest em pêşiya vî şerî bigirin lê mixabin ev şer hatibû plankirin. Ji aliyê gelek hêzan ve hatibû plankirin û bi israr li ser me hate ferzkirin."
Peyama Mezlûm Ebdî wisa ye
“Gelê me yê berxwedêr, silav dikim.
Bi rastî berî ku em herin Şamê sibê, li ser sînorê mijara ku ev îtifaqê de girêdayî ku em guftûgo bikin, min xwest çend mijaran bi vî awayî bi gelê xwe re, bi gelê me re û bi xelkê me re zelal bikim.
Berî her tiştî ez dixwazim vê bibêjim: Ev şer li ser me hat ferzkirin. Ji 6ê vê mehê (Kanûna Paşîn) ve dema ku civîneke me li Şamê çêbû, piştî wê gelek civînên me bi hev re li vê derê û li Hewlêrê çêbûn. Me dixwest ku em pêşiya vî şerî bigirin lê mixabin ji ber ku ev şer hatibû plankirin, ji aliyê gelek hêzan ve hatibû plankirin û ji ber vê yekê bi israr ev şer li ser me hat ferzkirin û em gihîştin roja îro.
Ji bo ku ev şer nebe şerekî navxweyî ku zêdetir bibe sedema kuştinan, bi taybetî kuştina di navbera sivîlan de û kuştineke bêwate, ji bo ku pêşiya vê were girtin, me qebûl kir ku em ji herêmên Dêrazor û Reqayê bikişin Hisîçayê û pêşiya vî şerî bigirin. Li ser vî esasî îtifaqek hate çêkirin.
Ez dixwazim vê bibêjim, li ser mijara îtifaqê piştî ku em ji Şamê vegerin, em dê bi berfirehî bi gelê xwe re biaxivin lê bi kurtahî ez dixwazim bibêjim ku em bi israr in da ku em destkeftiyên şoreşê û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Taybetmendiya herêma xwe biparêzin. Ji bo vê yekê çi di destê me de hebe em dê bikin û ji bo vê yekê hêza me jî heye û hewldanên me jî dê bidomin.
Ev têkoşînek e, têkoşîneke demdirêj e û ez bawer im ku gelê me, rêxistina me û hevalên me dê di vî şerî de û di vê têkoşînê de, wekî ku di şerên berî niha de, di van 14 salên dawî de bi ser ketin, di vê têkoşîna nû ya ku dest pê kiriye de jî bi ser bikevin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin