
Mezlûm Ebdî: Êdî ne mumkin e ku Sûriye dewleteke merkezî be
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand ku êdî ne mumkin e Sûriye wekî dewleteke merkezî (navendî) bimîne û divê Sûriyeyeke nenavendî bê avakirin.
Mezlûm Ebdî li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn axivî ku li Dihokê tê lidarxistin.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got ku ew pêvajo ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Mezlûm Ebdî diyar kir, "Êdî ne mumkin e ku Sûriye dewleteke merkezî be, divê êdî Sûriye ne merkezî be" û got ku "Sûriyeyeke nû tê avakirin."
Ebdî li ser pêwendiyên bi Şamê re got, "Di navbera me û Şamê de lihevkirinek heye lê belge lazim in" û da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a di navbera wan de "bawerî" ye.
"Dawiya her şerî diyalog e"
Fermandar Mezlûm li ser girîngiya diyalogê axivî û got, "Dawiya her şerî diyalog e. Me îro rêya diyalogê hilbijartiye, pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin."
Wî her wiha amaje bi Peymana 10ê Adarê kir û got ku wê peymanê "rê li ber şer û parçebûna Sûriyeyê girt."
General Mezlûm da zanîn ku her çi qasî giran bimeşe jî li Sûriyeyê pêvajoyeke hevdîtinan heye.
"Başûr piştgiriyê dide Rojava"
Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî axivî û got, "Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, Rêber Apo ev pêvajo daye destpêkirin."
Ebdî destnîşan kir ku "Başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê" û anî ziman ku "hemû Kurd dikarin di avakirina Sûriyeya nû de roleke xurt bilîzin."
Wî derbarê dilgiraniyên Tirkiyeyê got, "Me ti carî êrişî kesî nekiriye" û da zanîn ku "tevlîbûna me ya nav saziyên dewletê ji bo Tirkiyeyê ne xeterî ye."



NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin