Mezlûm Ebdî çû Şamê

Mezlûm Ebdî çû Şamê

.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şandeyeke wan a bilind bi serokatiya Mezlûm Ebdî li Şamê ye û bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re dicive.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek kurt belav kir û eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî serokatiya şandeyê dike.

"Tevlîbûna leşkerî tê gotûbêjkirin"

Di şandeyê de ji bilî Mezlûm Ebdî, Endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo jî cih digirin.

Li gorî daxuyaniyê, armanca vê serdanê gotûbêjkirina "pêvajoya tevlîbûna leşkerî" ye.

Şandeya HSDyê di çarçoveya van nîqaşan de bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re li paytext Şamê civînan pêk tîne.

HSDyê diyar kir ku ev agahiyên destpêkê ne û hûrgiliyên zêdetir dê piştre werin parvekirin.

Berê jî rayedarên HSDyê diyar kiribûn ku ew amade ne bibin beşek ji sîstema parastinê ya Sûriyeyê bi şertê ku taybetmendiya hêzên wan bê parastin.

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD):

"Şandeyeke ji serkirdayetiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) niha li Şama paytexta Sûriyeyê bi rayedarên hikûmeta Şamê re dicive.

Ev civîn di çarçoveya dan û standinên li ser pêvajoya tevlîbûna leşkerî de tê kirin.

Di şandeyê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo cih digirin.

Ev agahiyên destpêkê ne û hûrgiliyên zêdetir dê piştre werin parvekirin"

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin