
Mezlûm Ebdî: Birêvebir û karmendên Rêveberiya Xweser li cihê xwe dimînin
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, karmend û birêvebirên îdarî yên Rêveberiya Xweser wekî xwe li ser karên xwe dimînin û nayên dûrxistin.
Mezlûm Ebdî her wiha da zanîn ku dê Deriyê Sêmalkayê jî wekî xwe bimîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di gotarekê de ji bo xelkê Hisîçayê û koçberên Efrîn û Serê Kaniyê, peymana 29ê Kanûna Paşîn a bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re şîrove kir.
Mezlûm Ebdî got, "Me di peymanê de nivîsandiye, birêvebir û karmendên Rêveberiya Xweser li cihê xwe dimînin."
Pêşeroja desteyan
Fermandarê Giştî yê HSDyê behsa çarenivîsa desteyên bi Rêveberiya Xweser kir û ragihand:
"Me komîteyek ava kiriye ku di nav de Hevserokê Herêma Cizîrê yê Rêveberiya Xweser heye, parêzgar heye.
Yên ku ji dewletê ji Şamê tên bi wan re li ser wan desteyên ku hene gotûbêjan dikin ku deste dibin birêvebirî."
Deriyê Sêmalkayê
Mezlûm Ebdî derbarê çarenivîsa Deriyê Sêmalkayê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê got:
"Sêmalka wekî xwe dimîne, birêvebir, karmend û asayîşa wê wekî xwe dimînin lê şandeyeke Şamê dê serpereştiya hinek karûbaran bike ku bi dewletê ve girêdayî ne, wekî kontrolkirina pasaportan."
Fermandarê Giştî yê HSDyê amaje bi aliyê leşkerî yê peymanê da û got:
"Dê fîrqeyeke ku ji sê lîwayan pêk tê ji hêzên HSDyê were çêkirin. Lîwayek dê li Hisîçayê, lîwayek li Qamişloyê û lîwayek jî li Dêrikê be."
Naveroka peymanê
30ê Kanûna Paşîn a 2026an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) naveroka peymana xwe ya bi hikûmeta Sûriyeyê re belav kiribû.
HSDyê ragihandibû, wan li ser rawestandina şerê di navbera xwe hêzên xwe û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de li hev kiriye.
Ev jî li gorî peymaneke berfireh û têgihîştineke li ser proseya tevlîkirina hêzên leşkerî û îdarî yên her du aliyan e.
Li gorî peymanê, hêzên leşkerî ji xeta rûbirûbûnê vedikişin û hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê diçin navenda bajarên Heseke û Qamişloyê.
Her wiha dest bi tevlîkirina hêzên ewlehiyê yên li herêmê tê kirin û fîrqeyeke leşkerî tê pêkanîn ku dê ji sê lîwayên HSDyê pêk bên.
Di peymanê de hatiye destnîşankirin ku lîwayeke din ji bo hêzên Kobaniyê di çarçoveya fîrqeya artêşê ya li parêzgeha Helebê tê pêkanîn.
Beşeke din a peymana di navbera HSD û Şamê de taybet e bi yekîneyên îdarî, bi awayekî ku saziyên Rêveberiya Xweser tevlî saziyên dewletê dibin û karmendên sivîl tên bicihkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin