Mezlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOMê re civiya

Mezlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOMê re civiya

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên diyaloga bi Şamê re hatin gotûbêjkirin.

 “Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo HSDyê berdewam e”

Li gorî çavkaniyan, Admiral Cooper di civînê de tekezî li ser pêbendiya Amerîkayê ya bi piştgiriya HSDyê û domandina xebatên hevbeş ên li dijî terorê, ewlehiya kampan û parastina girtîgehên DAIŞê kiriye.

“Ebdî: Divê Şam gavên avakirina baweriyê bavêje”

Her wiha hat zanîn ku di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên diyaloga Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî pêbendiya xwe ya bi domandina pêvajoya dan û standinan û cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê anî zimên.

Mezlûm Ebdî her wiha behsa pêwîstiya teşwîqkirina Şamê ji bo domandina xebatan û avêtina hin gavên ji bo avakirina baweriyê kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin