
Mezlûm Ebdî bersiva pirsên kanala erebî da: Gelo dibe Serokê Sûriyê?
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di hevpeyvîna ligel kanala Al-Arabiya de daxuyaniyên girîng û balkêş dan. Mezlûm Ebdî li ser pirsa wergirtina posta serokatiya Sûriyeyê got, “Ti pêşniyara ku bibim Serokê Sûriyeyê nehatiye kirin.” Li ser mijara mafên çandî û zimanê Kurdî jî Ebdî got, “Me daxwaz kiriye zimanê Kurdî li gel Erebî wekî zimanekî fermî were naskirin.”
Ebdî, li ser pêwendiyên bi deshilata Şamê re got ku kanalên pêwendiyê yên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re rojane çalak in û her du alî li ser prensîba Sûriyeyeke yekgirtî ya di bin artêşeke tenê de li hev dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê teqezî li ser pêbendbûna HSDê ya bi Peymana 10ê Adarê ya bi Serokomarê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera re îmze kiriye kir û got, “Ji bo bicihanîna xalên peymanê dem pêwîst e.”
Mezlûm Ebdî diyar kir ku HSD wê wek beşek ji pêvajoya berfireh a yekbûnê tevlî Wezareta Parastinê bibe û wiha axivî: “Tevlîkirina 100 hezar çekdaran a nav wezaretê karekî girîng e. Dê Sûriyeyê xwedî hêzeke leşkerî ya tenê û navendî be, ne du artêşên cuda.”
Ebdî got ku daxwaznameyeke fermî ji Şamê re hatiye pêşkêşkirin ji bo vegerandina saziyên hikûmetê yên li Reqa, Hesekê û Dêrezorê û diyar kir: “Em di dîtina xwe ya li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê de yekgirtî ne. Nenavendîtî nayê wateya perçebûnê.”
Mezlûm destnîşan kir, Şamê amadehiya xwe ya ji bo naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan nîşan daye û got, “Me daxwaz kiriye ku zimanê Kurdî li gel Erebî li herêmên ku piraniya wan Kurd in wekî zimanekî fermî were naskirin.”
Mezlûm Ebdî da zanîn, divê hinek saziyên serwer di bin modela nû ya birêvebiriyê de navendî bimînin û bibîr xist ku Şamê ji ber bûyerên li Siwêdayê daxwaza taloqkirina civîna plankirî ya Parîsê kiriye.
Ebdî bal kişand ser rola muhtemel a Erebistana Siûdî û da xuyakirin, “Eger Erebistana Siûdî wekî navbeynkar beşdarî danûstandinên me yên bi Şamê re bibe, dikare roleke avakar bilîze. Ji xwe di hewldanên rakirina sizayên li ser Sûriyeyê de roleke sereke lîstiye.”
Herwiha Mezlûm Ebdî derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re jî da zanîn, “Bi Tirkiyeyê re pêwendiyeke me ya berdewam heye û nêrîn erênî ye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin