Meyaf Hesena Kurd pîlot e û li asmanên Ewropayê difire

Meyaf Hesena Kurd pîlot e û li asmanên Ewropayê difire

.

A+A-

Ji asmanê Ewropayê, çîroka keçeke Kurd dibiriqe ku sînor derbas kirine û rêyeke cuda û tijî astengî ji xwe re hilbijartiye.

Meyaf Hesen keçeke ciwan a Kurd e, ji Efrînê ye û 22 salî ye.

Ew li welatê Swêdê, ne tenê xewna firînê dibîne lê wê bi xwe cilewa firokeyê girtiye destê xwe û ber bi asoyeke dorfirehtir ve difire.

Cihaneke nû ava kiriye

Meyafa ku di temenê zaroktiyê de li gel malbata xwe koçî Swêdê kiriye, li wir cîhaneke nû ji xwe re ava kiriye, cîhaneke ku di navbera odeya nexşekêşiya endezyariyê û kokpîtê (kabîna pîlotê) de parve bûye.

Wê di heman demê de cilewa du warên dijwar û hewcedarî hûrgiliyên zêde girtiye destê xwe.

Meyaf bû mêvana Diyasporayê û qala gelek babetan kir.

Du zanîngeha bi hev re dixwîne

Pêşî ji xwendina xwe dest pê kir û got, "Niha ez li du zanîngehên cuda dixwînim, li yekê endezyariya şaristanî û li ya din jî pîlotiyê."

Meyafê li xwe mikur tê ku her du war jî ne hêsan in û pisporiyeke hûr dixwazin lê tekez dike ku "Ji bilî zanistê, pêwîstiya pîlotiyê bi hez û şiyaneke mezin jî heye."

Ev nêzîkî heft salan dixwaze lê ji bo Meyafê tenê destpêk e.

Rêya gihîştina vê armancê ji bo wê keça Kurd ne bê piştgirî bûye.

Rola dê û bavê

Meyaf bi serbilindî dabaşa rola dê û bavê xwe dike û wan wekî sedema sereke ya serkeftinên xwe dibîne.

Yekemîn ezmûna wê ya firîna bi tenê, wekî demeke çarenûssaz di bîranîna wê de maye.

Ew dema ku tirs lê digire lê gotinên bavê wê dibin hêza baskên wê, "Bi rastî ez pir tirsiyam û tirseke min a mezin hebû," Meyaf wisa dibêje, "lê gotina bavê min hat bîra min dema ku got 'her gava tu tirsiyayî, wisa bifikire ku ez li pişt te me'. Min jî wisa kir û tirsa min nema."

Ew gotin bûn ardûyek ku heta niha wê zêdetirî 246 saetan firîn pê kiriye.

Lê asoyê xewnên Meyafê tenê bi pîlotiyê nasekine. Ew ku bi jêhatîbûn zêdetirî şeş zimanên biyanî dizane, çavê wê li esmanekî dûrtir û bilindtir e.

Perde li ser xewna xwe ya herî mezin rakir

Bi rêya Rûdawê, wê perde li ser xewna xwe ya herî mezin rakir û got, "Ji bilî pîlotiyê, xewna min ew e ku di paşerojê de di warê fezayê de yan jî li gel ajansa NASAyê kar bikim.

Rast e kar pir giran e lê hez û arezûya min û handana xizm û hevalên min dê ji bo pêkanîna wê alîkariya min bikin."

Li gel wan hemû serkeftin û xewnên cîhanî, dilê Meyafê her tim li ser Kurdistanê lêdide.

“Dixwazim xizmeta Kurdistanê bikim”

Ew keça ku li gundê Metîna yê ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, bi kelecan hêvî dike ku rojekê bikaribe şiyanên xwe têxe xizmeta welatê xwe:

Ew dibêje, "Hêviya min ew e ku di paşerojê de xizmeta Kurdistanê bikim, xasma di warê pîlotiyê de."

Her çend, wekî ku ew bi xwe dibêje, "Efrîn di dilê min de ye," lê bi kelecan behsa Hewlêrê dike û dibêje, "Gelek hez dikim dema ku bi firokeyê li ser asmanê Hewlêrê derbas bibim û wê bibînim an jî balafirê lê deynim."

Ji bo Meyafê, çavkaniya herî mezin a handan û enerjiyê, dîmenê xelkê Kurdistanê ye.

Ew demên ku vedigere û yekîtî û şahiya hevwelatiyên xwe dibîne, hêzeke zêdetir didin wê, "Dema ez vedigerim Kurdistanê û wî cemawer û girseyê dibînim ku ji her alî ve hatine û bi hev re govendê digerînin, bi rastî dilê min dibin.

Ev dîmen ji bo min handera herî mezin e da ku ez di paşerojê de berdewam bikim û karên mezintir bikim."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin