Metirsiya koçberiyê li Bokanê: Bendav ziwa dibe û debar zehmet dibe

Metirsiya koçberiyê li Bokanê: Bendav ziwa dibe û debar zehmet dibe

.

A+A-

Heta ku çav dibire, erdeke xir û xalî ye û dişibe çolistanekê lê ev ne çolistan e, beşeke mezin a Bendava Bokanê ye ku bendava herî mezin a parêzgeha Urmiyeyê ye.

Ji ber hişkesaliyê, beşeke mezin a gola bendavê ziwa bûye û niha tenê rêjeyeke kêm av tê de maye.

“Min nedîtiye ku ev bendav…”

Rehman Mecîdiyê ku şêniyekî herêmê ye got, "Piraniya zeviyan hişk bûne. Tewr baxçeyê min bi xwe jî hişk bû.

Di van çend salên dawî de min nedîtiye ku ev bendav bi vî rengî bê av bimîne û ziwa bibe."

Şiyana Bendava Bokanê ya girtina 800 milyon metresêca avê heye lê ji ber wê hişkesaliya dijwar a ku şeş sal in Îran û Rojhilatê Kurdistanê dane ber xwe, li gorî par asta ava wê 10 metreyan kêm bûye û niha nêzîkî 42 milyon metresêca av tê de maye.

Bendav ji bilî ku ava vexwarinê ji bo 23 bajaran û zêdetirî 130 gundan li parêzgehên Urmiye, Tewrêz û Sineyê dabîn dike, ava wê ji bo avdana bi hezaran hektar bax û zeviyên çandiniyê yên bajarê Bokanê û derdora wê tê bikaranîn.

Her wiha li gola pişt bendavê masî tên xwedîkirin.

Lê îsal ji ber daketina asta ava bendavê, zerereke mezin gihiştiye sektorên çandinî û masîgiriyê yên herêmê jî.

"Zerereke mezin gihiştiye çandiniyê”

Ebdula Rehmaniyê ku şêniyê gundê Qelageyê yê Bokanê ye got:

"Zerereke mezin gihiştiye çandiniyê, mixabin çend gund hene ku ji nîsanê ve qet ava wan nebûye.

Piştî çandiniyê, zerereke mezin gihişte masiyên me jî.

Havînê ji ber ku av kêm bû û hewa jî germ bû, gelek ji masiyên me, nêzîkî ji sedî 50ê masiyên me telef bûn."

“Dixwazin bendavê vala bikin”

Ferzad Yûsifiyê ku ew jî şêniyê heman gundî ye anî zimên:

"Ev du sal in hişkesalî ye û saleke bê baran e. Ji bilî vê, berpirsên bendavê av berdaye.

Ev du sal in ku berdane û nagirin. Dixwazin bendavê vala bikin. Eger wisa bidome, heta mehek û nîvekê ti av tê de namîne."

Hinek şêniyên herêmê behsa encamên neyînî yên berdewamiya hişkesaliyê û kêmbûna ava Bendava Bokanê dikin û dibêjin egera valakirina gundên herêmê heye.

“Dibe ku hemû gundên me vala bibin”

Ebdula Rehmanî li ser vê mijarê bi vî awayî peyivî:

"Bila avê kêmtir berdin. Bila herî kêm ji sedî 20 av tê de bimîne.

Dibe ku hemû gundên me vala bibin, ji ber vê kêmaviyê çandiniya wan nemaye.

Hemû bûne bejî, eger hemû bibe bejî dê li gundan çi bikin? Hemû dê biçin bajaran."

Di çend rojên borî de pêleke baranê piraniya herêmên Rojhilatê Kurdistanê dabûn ber xwe û li Bokanê jî 28 milîmetre baran bariyabû.

Lê li gorî Birêvebiriya Avê ya Parêzgeha Urmiyeyê, ew baran kêm e û guherîneke berbiçav di asta ava bendavan de çênekiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin