Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi telefonê axivîn û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û herêmê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî wergirt.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, bipêşketin û aloziyên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Tekezî li ser parastina ewlehiyê

Di beşeke din a peywendiyê de, her du aliyan tekezî li ser "parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî" kir.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin:

"Îro Duşemê 2yê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Mezlûm Ebdî wergirt.

Di peywendiyê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û pêşhat û aloziyên navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî hat kirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin