Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik li Kurdistaniyan pîroz dike

Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik li Kurdistaniyan pîroz dike

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzxanî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik li hemû Kurdistaniyan pîroz dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 21ê Sibata 2024an, di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik de, li tora civakî nivîsî: “Roja Zimanê Dayik li hemû Kurdistaniyan pîroz be”.

Roja 21ê Sibatê her sal wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik tê pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserê cîhanê gelek çalakiyên ziman tên lidarxistin.

Ziman yek ji amûrên sereke yên pêşveçûna zarokan e, di perwerdehiyê de tekane rêya hînbûnê ye û mirov bi zimanî dikeve nava çalakiyên civakî û jiyanê. Ziman ne tenê asta jîr û rewşenbîriya mezinan diyar dike, di heman demê de bi zimanî asta jîr û zîrekiya zarokan jî tê pîvan.

Koka Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî vedigere sala 1952, dema ku hejmarek ji xwendekarên Bangladeşî li zanîngeha Dakayê li dijî siyaseta yekzimanî xwe pêşan dan û 11 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Pakistanê ve hatin kuştin. Di sala 1956 de jî, Pakistan di bin zexta kolanan de, neçar ma ku Bengali nas bike.

Yekem car UNESCOyê di 17ê Mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik ragihand û piştre ji aliyê Komelaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin