
Mesrûr Barzanî: Hêzeke xerîb ciwanan teşwîq dike da ku koç bikin
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Eger bi pêdagirî û xwebaweriya gelê me nebûya, zehmet bû em bigihîjin vê qonaxa pêşketinê."
Her wiha behsa wê yekê kir ku "hêzeke xerîb" ciwanan teşwîq dike da ku welatê xwe bi cih bihêlin.
Mesrûr Barzanî di TEDxNishtiman de ji ciwanan re axivî û got, "Her kesî hewl da me bi paş ve bikişîne û gelek astengî û dijwarî derxistin, budce birîn, pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê ji me re çêkirin lê me karî rûbirûyî hemû wan dijwariyan bibin û ne tenê wan qeyran derbas bikin, belkî gavên ber bi paşerojeke geştir biavêjin û di gelek waran de me karî serkeftinê bi dest bixin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ciwanan xwest ku "ji welatê xwe hez bikin" û got: "Dema ez hatim vir, du ciwanan rê li min girt û gotin 'Heke tu du şîretan li me bikî, tu dê çi bibêjî?' Min jî ji wan re got, ji welatê xwe hez bikin û baweriya we bi xwe hebe."
Mesrûr Barzanî behsa koça ciwanan kir û got, "hêzeke nenas" heye ku wan teşwîq dike da ku berê xwe bidin derve û welatê xwe terk bikin û baweriya wan bi welatê wan nemîne.
“Her bihosta vê axê pîroz e”
Ciwanên me ji her kesî zêdetir qedrê vê axê dizanin, ji ber ku ew dizanin her bihosta vê axê cihê şehîdên me ye û her bihosta vê axê pîroz e."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser kerta çandiniyê jî got, "Me karekî wisa kir ku cotkarên me careke din vegerînin ser zeviyên xwe û berhemê navxweyî yê Kurdistanê bigihînin astekê ku em ji bo derve jî hinarde bikin.
Cara yekem berhemê Kurdistanê ji bo derve hatiye hinardekirin û ev cihê serbilindî û şanaziyê ye û dê berdewam jî bike.
Eger xwebaweriya cotkaran û vî gelî nebûya, dê her çavê me li wê bûya ku xelk were nan bide me.
Niha Kurdistan gihîştiye astekê, hêviya me ew e ji bo tevahiya herêmê bibe sebaya xwarinê."
Mesrûr Barzanî behsa projeyeke din a hikûmetê kir û got, “Endezyarên xwemalî dîzaynek ji bo Projeya Hawarçûna Lezgîn a Avê ya Hewlêrê kir.
Wan karî ne bi 12 salan lê bi 12 mehan projeya Îraqê ya herî mezin pêk bînin û avê ji Zapê bigihînin Hewlêrê.
Beşê duyem ê projeyê jî dê were vekirin û hemû niştecihên Hewlêrê dê jê sûdê wergirin."
“Me di standardên navneteweyî rê çêkirin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi xizmetguzariyên hikûmetê jî kir û wiha domand:
"Beşeke din a destkeftiyên vê hikûmetê ye, rê ne ku bi asteke navneteweyî hatine çêkirin. Avakirina rêyên bilez ên di navbera bajarên mezin de û di nav bajar û bajarokan de jî karên baş hatine kirin.
Ez hêvîdar im welatî hem sûdê wergirin û hem jî pabendî rênimayiyên trafîkê bin. Ev destkefteke girîng e û bi dawî nehatiye û em dê berdewam bikin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin