
Mesrûr Barzanî: Ez pîrozbahiyê li Donald Trump û gelê Amerîkayê dikim
.
A+A-
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Donald Trump û gelê Amerîkayê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Çile li platforma “X” peyameke pîrozbayî pêşkêşî Donald Trump û gelê Amerîkayê kir û got: “Ez pîrozbahiyê li Donald Trump û gelê Amerîkayê dikin, bi boneya destbikarbûna wî wek Serokê nû yê Amerîkayê.”
Herwiha got: “Dostaniya di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, dostaniyek stratejîk e û pêwendiya gelê me û hêzên me yên çekdar li gel Amerîkayê, dê bihêz bimîne.”
Li avahiya Kongressê ya li Washingtonê, Donald Trump, îro wek 47emîn Serokê Amerîkayê sûnd xwar û li şûna Joe Biden dest bi kar kir.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin