Mesrûr Barzanî: Em şanaziyê bi hevpeymaniya xwe ya bi Amerîkayê re dikin

Mesrûr Barzanî: Em şanaziyê bi hevpeymaniya xwe ya bi Amerîkayê re dikin

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî vekirina Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bû û got, avahî "wekî çiyayekî xuya dike" û sembola pêwendiyên di navbera her du aliyan de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber alîkariyên berdewam ên ji bo Herêma Kurdistanê spasiya Amerîkayê kir.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de behsa siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got:

"Em bi temamî piştgiriyê didin siyaseta Serok Donald Trump a ku tekez dike 'aştî bi rêya hêzê' pêk tê."

"Dema vekirina rûpeleke nû ye"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa êrişên DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê û alîkariya Amerîkayê ya di têkbirina wan de kir.

Mesrûr Barzanî got, "Em bi hevpeymaniya xwe şanaziyê dikin, me li dijî terorîst û dîktatoriyetê şer kir û niha dema vekirina rûpeleke nû ye."

Peyama ji bo hikûmeta Îraqê

Mesrûr Barzanî derbarê hikûmeta nû ya Îraqê de jî axivî û daxwaza rêzgirtina li destûrê kir û wiha anî zimên:

"Em hikûmeteke wisa dixwazin ku rêzê li destûrê bigire."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin