Mesrûr Barzani: Em ji bo parastina xelkê Kurdistanê hemî bizavan dikin

Mesrûr Barzani: Em ji bo parastina xelkê Kurdistanê hemî bizavan dikin

.

A+A-

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, ew hemî bizavan ji bo parastina xelkê Kurdistanê û dûrxistina wan ji hemî şer û gêleşokan dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: Me îro li Hewlêrê Nexweşxaneya Macidiyê ya Taybet a 230 textî vekir, ku bi bihayê 80 milyon dolaran hatiye çêkirin û dê 420 derfetên kar peyda bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: Em di vê demê de tekez dikin ku, em hemî bizavan ji bo parastina xelkê Kurdistanê û dûrxistina wan ji hemî şer û gêleşokan dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin