Mesrûr Barzanî: Em hewl didin hemû malbatên şehîdên Kurdistanê bibin xwedî xanî

Mesrûr Barzanî: Em hewl didin hemû malbatên şehîdên Kurdistanê bibin xwedî xanî

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 28.09.2022 tekez kir, Hikûmeta Herêmê dê hewla dabînkirina malan ji bo hemû malbatên şehîdan li seranserê Kurdistanê bide.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Îlona 2022an li Duhokê di merasîmekê de ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye birêkxistin de, 420 şuqe li malbatên şehîdên Kurdistanê dabeş kirin.

Serokwezîr di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Emê hewl bidin di paşerojê de hemû malbatên şehîdan bibin xwediyê xaniyên xwe, ne tenê li Duhokê, lê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê. Armanca me ew e, ti malbateke şehîdan di xaniyên bi kirê de nemînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hokara damezirandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de got: Cenabê Barzaniyê Nemir, bavê netewî û niştimanî yê me ye, wî jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û azadiya gelan terxan kir. Wek dilsoziyekê ji wî re, ji bo xizmeta malbatên şehîdan û xelkê hejar, piştî şêwirmendiya ligel Cenabê Serok Barzanî û bi fermana Serok Barzanî, ev dezgeh hate damezirandin.

Her wiha Mesrûr Barzanî got: Em serbilind in dema dibînin ku ev dezgeh bûye cihê baweriya xelkê li navxweya Kurdistanê û parêzgehên Iraq û li ser asta navdewletî jî. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Netewên Yekgirtî bi fermî hatiye naskirin û rêxistinên biyanî jî hevkariyê pê re dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kampanyayên karta taybet, sermayedar û bazirganên Herêma Kurdistanê kir ku bi berdewamî piştevaniyên li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Cihê serbilindiyê ye ku îro li vir xizmeta hejmarek malbatên şehîdan dikin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di xizmeta malbatên şehîdan û xelkê hejar li Kurdistanê û derve jî berdewam e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê, ti armancên siyasî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nînin, ew bêyî ku ti cudahiyekê bike, destê hevkariyê dirêjî kesên ziyandîtî û hejar dike.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin