Mesrûr Barzanî bo xwendekaran: Hûn hêza Kurdistanê ne

Mesrûr Barzanî bo xwendekaran: Hûn hêza Kurdistanê ne

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û piştevaniya xwe û kabîneya hikûmetê ji bo ciwanan bi giştî û ji bo xwendekarên derçû bi taybetî dûpat kir û ragihand: “Ji bo avakirina siberoja xwe û Kurdistanê, êdî dema xebat û dahênan û çêkirina pêşerojê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di ahengê de pîrozbahî li xwendekarên derçû yên salên 2020-2021ê kir û diyar kir: “Ez dizanim Koronayê wisa kir ku hûn rastî rewşeke dijwar hatin û nekarîn ligel hevalên xwe kar bikin û çalakiyên civakî bûne beşek ji rabirdû û wane bûne online û vê jî bandor li ser pêwendiya navbera mamoste û xwendekaran dirust kir, lê belê tevî vê pandemiyê, we karî pêşve biçin û pêgeha xwe biparêzin û karakterek û kesayetiyek ji bo xwe çêbikin, ku em hemû li Kurdistanê bi we şanazî dikin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Min berê jî gotiye; Herêma Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên mirovî ve gelek dewlemend e û min çendîn car li civînên ligel xwendekaran li Hewlêrê dîtiye û di serdanên xwe yên bo Silêmaniyê de min dîtiye û herwiha min çîroka wan jinan bihîstiye ku nanpêjek dirust kiriye û dahat bi dest dixe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Bi şiyana we Herêma Kurdistanê dê bibe navendeke aborî û bazirganî û cihê veberhênanê li Iraqê û herêmê û ez pabend im ku alîkariya we bikim, da ku hûn xewnên xwe bikin rastî.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek dixebite, da ku derfeta wekhev ji bo ciwanan pêk bîne bi rêya çaksazî û projeyên dirustkirina aboriyeke hevdem. Em dixebitin, da ku siberojeke geştir û baştir ji bo we pêk bînin. Hûn hêz û xwediyê vî welatî ne, divê em veberhênanê li şiyana we bikin, da ku xizmeta Kurdistanê bikin û dema wê yekê ye ku bixebitin û dahênan bikin ava bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin