Merkel ji bo leşkerên xwe yên li sînorê Ukrayna kêm bike bang li Rûsya kir   

Merkel ji bo leşkerên xwe yên li sînorê Ukrayna kêm bike bang li Rûsya kir  

.

A+A-

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, ji bo yekîneyên xwe yên leşkerî yên li sînorê Ukrayna kêm bike, bang li Rûsya kir.

Li gor zanyariyan, Merkel bi rêya telefonê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin ser çareseriya kêşeya Ukrayna peyivî.

Merkel diyar kir, divê aliyên pev diçin şerê xwe rawestînin û dest bi danûstandinan bikin.

Putin îdia dike, rêveberiya Kievê li rojhilata Ukrayna ‘‘çalakiyên provakatîf’’ li dar dixe.

Herwiha Kremlînê jî da zanîn, Merkel û Putin fikarên xwe yên ser rewşa Ukrayna ji hev du re gotine.

Serokê Amerîka Joe Biden hefteya borî destnîşan kiribû, ew bi awayekî xurt piştgiriya yekîtiya axa Ukrayna dikin.

Yekîtiya Ewropa (YE) jî eşkere kiribû ew li hember Rûsya piştgiriyê dide Ukrayna.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin