Mêrekê li ber avahiya dadgehê hevjîna xwe kuşt

Mêrekê li ber avahiya dadgehê hevjîna xwe kuşt

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jineke 27 salî bi navê Şadiye Casim ji aliyê mêrê xwe ve bi şeş gulleyan hate kuştin. Piştî bûyerê, mêrê wê ji aliyê hêzên polîs ve hatiye desteserkirin.

A+A-

Li Hewlêra payexta Herêma Kurdistanê jineke 27 salî bi navê Şadiye Casim ji aliyê mêrê xwe ve bi şeş gulleyan hate kuştin. Piştî bûyerê,mêrê wê ji aliyê hêzên polîs ve hatiye desteserkirin.

Bûyer duh Yekşemiyê derdora saet 11:30ê berî nîvro li ber avahiya dadgeha Hewlêrê qewimî.

Li gorî zanyariyan, ji bo cudabûnê dosyeya wan a Telaqê li dadgehê bûye û duh Yekşemiyê biryar bûye ku civîna dawî ya dadgehê birêve biçe û têde biryara dawî were ragihandin, lê belê mêrê Şadiyeyê di civîna dadgehê de amade nebûye.

Her li gor wan zanyariyan, ji ber amadenebûna mêrê Şadiyeyê, civîna dadgehê nayê encamdan û dema ku Şadiye li gel birayê xwe ji dadgehê derdikeve, li pêşiya parka otomobîlan li ber avahiya dadgeha Hewlêrê, zilamê wê li dû wan dikeve û bi demançeya xwe 6 gulleyan li hevjîna xwe dide û wê dikuje.

Piştî bûyerê, hevjînê Şadiyeyê xwe radestî hêzên polîs kiriye û polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Cenazeyê qurbaniyê jî bo pizîşkiya dadê hatiye şandin, û lêkolîn li ser vê bûyerê destpê kiriye.

Şadiye û hevjînê wê, keçmam û kurmamê hev bûne û dema 7 salan bûne ku zewicî bûn, lê ti zarokên wan nebûne.

Bi gotina kesûkarên Şadiyeyê, ew du sal berî niha bi tohmeta xiyaneta hevjîniyê hatibû desteserkirin û piştî ku sal û nîvekê û temamkirina dema cezayê xwe, ji girtîgehê hatibû berdan. Duh ku Şadiye li ber avahiya dadgehê hat kuştin, tenê 3 meh di ser berdana wê re derbas bibûn.

Bavê Şadiyeyê dibêje, keça wî li ser kêşeyeke civakî ku di nava malbata wan de hebûye, hatiye kuştin.

Şadiye piştî ku li girtîgehê tê berdan, li dadgehê daxwaza cudabûna ji hevjînê xwe dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin