Mêrdîn - Li 9 gundên Nisêbînê operasyon û qedexe

Mêrdîn - Li 9 gundên Nisêbînê operasyon û qedexe

.

A+A-

 Li 9 gundên navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, qedexeya derketina derve hat ragihandin û li dijî PKKê operasyon hat destpêkirin.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand, li herêmên bejahî yên Nisêbînê tê nirxandin ku rêvebirên pile bilind ê PKKê hene û bi armanca jinavbirina endamên rêxistinê, hevkarên wan û stargeh, penageh û mexzenên wan operasyon hatiye destpêkirin.

Di çarçoveya biryara operasyonê de ji 2ê Gulanê demjimêr 04:00 heta bi dawîbûne operasyonê li gundên Qudbê, Efşê, Mişawil, Fiskîn, Berhokê, Geliyê Sora, Bahmînin, Yol û Şekrîn biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, biryara qedexeyê dê heta fermaneke din a rakirina qedexeyê berdewam be.

Parêzgariyê herwiha welatî hişyar kirin, ku ji bo parastina can û milkê xwe dernekevin derve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin