Mela Bextiyar hatiye jehrxwarkirin û tedavî dibe

Mela Bextiyar hatiye jehrxwarkirin û tedavî dibe

.

A+A-

Peyivdarê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, ragihand ku Endamê Civata Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar hatiye jehrxwarkirin û ji bo derveyî welêt hatiye şandin da ku tedavî bibe.


Emîn Babe Şêx, aşkere kir; ew çaverê encemê pişkinînên tenduristiyê û lêkolînên yasayî dikin, da ku bikaribin zêdetir vê mijarê zelal bikin. 


Peyivdarê YNKê, da zanîn ku rewşa tenduristiya Mela Bextiyar ne başe û çaverê encamên pişkinîn û yasayî dikin, da ku piştrast bike, gelo hewlê jinêvbirinê bi jehre ye yan na. 
Emîn Babe Şêx, got: “hinek serincên din hene ji bo jehrxwarkirina çend kesekî din ji Asayîşa Silêmaniyê”.


Peyivdarê YNKê, pirsa, gelo pêşbîniya pevçûna çekdarî di nêv serkirdeyên YNKê de tê kirin? Wiha bersivand: “Ev tiştên bi vî cûrî dûrin ji rastiyê û em li bajarekî dijîn ku yasa serwere û em hemû rêzê li yasa û asayişê digrin”.


Puknow
Metîn Mihemed 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin