
Mehmûd Osman: Demografiya Kerkûkê bi awayekî zelal hat guhertin
.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Serjimêriya Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman ragihand ku demografiya Kerkûk û navçeyên Madeya 140î bi awayekî zelal hatiye guhertin.
Li gorî encamên dawî yên serjimêriyê, hejamara niştecihên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gihiştiye 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan.
Ji vê hejmarê, 6 milyon û 519 hezar û 129 kes li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê ne û 3 milyon û 949 hezar û 983 kes jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.
Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Başûrê Kurdistanê de ne û cihên wekî Kerkûk, Xaneqîn, Pirdê, Şingal, Mexmûr, Xurmatû û hinek deverên din li xwe digirin.
Mehmûd Osman diyar kir ku ji ber cudanekirina tomara sala 1957an û serjimêriya 2024an, hejmara Erebên hawirde yên li Kerkûk û û derdora wê nayê zanîn.
Osman destnîşan kir ku li gorî lihevkirin û biryara Encûmena Wezîran a Îraqê, divabû di her du tomaran de şêniyên resen ên wan herêman ji yên din bihatana cudakirin lê Wezareta Plandananê ya Îraqê ev biryar bi cih neanî.
"Guhertin di demografiyê de hatiye kirin"
Birêvebirê Cîbicîkar ê Serjimêriya Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman li ser mijarê ji Rûdawê re got:
" Di demografiya şêniyên Kerkûk û navçeyên nakok de bi awayekî zelal guhertin hatiye kirin, bi taybetî piştî sala 2014an guhertineke zêde hatiye kirin.
Me gotiye serjimêriya giştî ya şêniyan baş e û em razî ne ku bê kirin.
Divê bi wî awayê ku lihevkirin li ser hatibû kirin; rêkeftin li ser hatibû kirin û biryarên Serokatiya Encûmena Wezîran a Îraqê li ser hatibû dayîn bihata pêkanîn.
Pêwîst e serederî û kirdarî bi wî awayê ku lihevkirî bi encaman re bê kirin.
Ew jî çêkirina du tomaran e û bingeh jî serjimêriya 1957an a Îraqê ye.
Birêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Nasnameyan a Îraqê ya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li gel Wezareta Plandananê ya Îraqê û Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin
Ev yek ji bo wê yekê ye ku berawirdî di navbera datayan de bê kirin; yanî her du datayên Karta Niştimanî ku bingeha wê 57 e û serjimêriya giştî ya şêniyan a 2024an e.
Ev ji bo wê yekê ye ku her tişt bi zelalî û eşkereyî bikeve ber dest. Tomarek ji bo kesên ku ji cihên din hatine û piştî sala 57an li vir bi cîh bûne.
Her wiha tomara din jî ji bo wê yekê ye ku xelkê resen derkeve holê.
Di encamê de bersiv tê dayîn bê ka di serjimêriya giştî ya şêniyan de çend kesên hawirde hatine wan herêmên Kurdistanî. Ew her du tomar her tiştî zelal dikin."
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin