Meha hingivîn a Şamê xilas dibe: ‘Yan naskirina mafan an jî ceza’

Meha hingivîn a Şamê xilas dibe: ‘Yan naskirina mafan an jî ceza’

.

A+A-

Kiryarên hikûmeta nû ya Şamê ya li hemberî pêkhateyan û binpêkirinên li Siwêdayê, Washington xistiye liv û tevgerê.

Kongresmana Komariyan projeyasayek pêşkêş kiriye ku li gorî wê, dê ceza tenê li gorî kiryarên hikûmeta nû yên Şamê bêne rakirin.

Bûyerên dawî yên li Sûriyeyê, bi taybetî komkujiya sivîlan û binpêkirinên li Siwêdayê, bûne sedem ku Washington dosyeya Sûriyeyê ji nû ve veke û di siyaseta rakirina cezayan de guhertinan bike.

Hin berpirsên berê yên Amerîkayê û endamên Kongreya Amerîkayê ji rewşê dilgiran in.

Li gorî nêrîna wan hikûmeta nû bi destûra demkî zextê li pêkhateyan dike. Ji ber vê yekê, ew dixwazin Birêvebiriya Trump siyaseta xwe ya li hemberî Şamê biguherîne.

"Pêkhate bûne welatiyên pileya duyem"

Hevseroka Maseya Navneteweyî ya Azadiya Olî Nadine Maenzayê diyar kir ku ku divê Amerîka siyaseta xwe ya ji bo Sûriyeyê ji nû ve binirxîne.

Li gorî gotina wê, destûra nû pêkhate kirine welatiyên pileya duyem.

Nadine Maenzayê got, "Destûrê hemû maf dane Misilmanên Sunî; divê Serokkomar Misilman be, komar Erebî be û yasa di bin şerîeta Îslamî de bin.

Ev yek nîşan dide ku pêkhate ne beşekî wî welatî ne û ev dibe sedema paşguhxistin û tundûtûjiyê.

Divê Amerîka piştgiriyê bide destûreke nû ku mafê wekheviyê dide hemû aliyan."

Rakirina cezayan bi merc e

Endamê Kongreyê yê Komarî Mike Lawler jî projeyasayek derbarê cezayên li ser Sûriyeyê daye kongreyê û ev projeyasa ji aliyê komîteyên Kongreya Amerîkayê ve hatiye pejirandin.

Li gorî vê projeyasayê, rakirina cezayan bi merc e. Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi berpirsiyarî tevbigere û tundûtûjî û binpêkirinan bi dawî bike.

Her wiha, dê çavdêriyeke tund li ser Sûriyeyê hebe û eger binpêkirinên nû çêbibin, dê ceza cardin bên vegerandin.

"Em çavê xwe ji binpêkirinan re nagirin"

Namzedê Donald Trump ê Balyozê Azadiya Olî yê Navneteweyî Mark Walker tekez dike ku ew bi hûrgilî li dosyeya Sûriyeyê dinêrin.

Walker eşkere kir ku ew d ê piştrast bin û Hikûmeta Amerîkayê çavê xwe ji binpêkirinan nagire.

Walker di berdewamiyê jî de got,"Bêguman pêkhateyên olî li Sûriyeyê rastî êrişan hatine.

Karê me ew e ku em li gel Wezîr Rubio kar bikin da ku ew ji van bûyeran agahdar be, gavên pêwîst bavêje û van pirsgirêkan ji kokê ve rake."

Washington hîn bi temamî bawerî bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê neaniye û karên Şamê hîn jî di bin çavdêriya tund a Amerîkayê de ne.

Birêvebiriya Trump tekez dike ku rakirina cezayan ne ji ber baweriya bi Şamê ye lê belê derfetek e ku dane Sûriyeyiyan.

Ji ber vê yekê, Washington ji Şamê dixwaze ku vê derfetê ji dest nede û binpêkaran bide dadgehîkirin.

Amerîka hişyariyê dide ku ceza dikarin di her kêliyê de vegerin û siyaseta wan a ji bo Şamê biguhere.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin