Medya Erebî bi girîngî qala beşdariya Mesrûr Barzanî ya di Korbenda Enerjiyê de dikin

Medya Erebî bi girîngî qala beşdariya Mesrûr Barzanî ya di Korbenda Enerjiyê de dikin

.

A+A-

Beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya di Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî ya li Dubay de, di medya Erebî de deng veda.

Li gor zanyariyan, beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Korbenda Enerjiyê de, di medyaya Erebî û welatên Kendavê de deng veda û gelek rojname û malperên Erebî bi girîngî qala serdanê û pêwendiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin, ligel serkirdeyên welatan, ku di çarçoveya Korbena Enerjiyê ya Cîhanî de encam dan.

Emarat News

Emarat News diyar kiriye,  Hakimê Dubay û Cîgirê Serokê Îmaratê Mihemed bin Raşid pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Herwiha daye zanîn, di hevdîtinê de pêngavên pêkve karkirina li warên avakirinê û pêşveçûnê gotûbêj kirine.

Şarîqe24

Malpera Şarîqe24 li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Îmaratê gotiye, Hakimê Dubay û Cîgirê Serokê Îmaratê Mihemed bin Raşid pêşwazî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û her du aliyan li ser hewldanên pêşveçûn û avakirinê li hemû waran, gotûbêj kirin û tezekî li pêwendiya dîrokî ya navbera herdu gelê Kurd û Îmaratê hate kirin.

Şerq El Ewset

Rojnameya Şerq El Ewset, çapa Londonê bi girîngî gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî rûmal kiriye, tê de Serokwezîr ragihandiye; em niha gihîştine xaleke di dîroka me de ku amade ne ji bo avakirinê, piştî hemû qurbanîdanên me. Derfeteke me ya mezin heye ji bo dabînkirina enerjiyê bo bazara navxwe û cîhanî û em li ser wê yekê rijd in ku Kurdistanê bikin navendeke enerjiyê li navçeyê.

Malpera "El Şerq" a Îmaratê

Li ser gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî, malpera "El Şerq" a Îmaratê diyar kiriye ku derfeteke mezin ji bo dabînkirina enerjiyê ji bo bazara navxwe û cîhanê heye.

Malpera "El Xelîciye"

Malpera El Xelîciye diyar kiriye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî plana Herêma Kurdistanê ya li ser sektora enerjiyê li ser asta cîhanê eşkere dike.

Herwiha eşkere kiriye, di demeke nêz de Herêma Kurdistanê wê bibe dabînkarê enerjiyê ji bo temamê cîhanê.

El Cezîre

Malpera El Cezîre ya Qeterê li ser gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî destnîşan kiriye, Herêma Kurdistanê di demeke nêz de wê gazê bişîne Ewropayê.

El Cezîre gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî rûmal kiriye û gotiye, Herêma Kurdistanê di demeke nêz de wê bibe hinardekarê gaz ji bo beşên din ên Iraqê, Tirkiye û Ewropayê û pêwîstiya asayîşa enerjiyê ya wan dabîn bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin