
Meclisa Leşkerî ya HSDyê civiya: ‘Em amade ne’
.
Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), piştî civîna xwe ya bi amadebûna Mezlûm Ebdî, tekezî li ser berdewamiya dan û standinên li gel Şamê kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Leşkerî ya HSDyê bi beşdariya fermandarên meclisên leşkerî yên herêman û saziyên leşkerî yên girêdayî wê, civîna xwe ya asayî li dar xist.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Mezlûm Ebdî, pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Peyama "Em ji bo entegrasyonê amade ne"
Ebdî tekez kir ku "dan û standinên bi hikûmeta Şamê re li gorî xalên Peymana 10ê Adarê didomin" û bal kişand ser "girîngiya parastina agirbesta heyî û dûrketina ji provokasyonên ku hewl didin herêmê bikişînin nav şer".
Di civînê de, hejmarek dosyayên navxwe û rêxistinî ku di nav de projeya entegrasyona bi artêşa Sûriyeyê re jî heye hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku "hêzên HSDyê ji bo diyalog û dan û standinên li gel Şamê û ji bo demildest destpêkirina koordînasyona bi komîteyên pêwendîdar re amade ne."
Her wiha hat destnîşankirin ku "HSD xwedî karaktereke niştimanî ya berfireh e ku di nav refên xwe de şervanên ji pêkhateyên cuda yên Bakurrojhilatê Sûriyeyê û ji hemû herêmên Sûriyeyê dihewîne".
Di civînê de derbarê şerê li dijî DAIŞê hatiye destnîşankirin ku li gelek deveran bi awayekî berbiçav liv û tevger zêde bûye.
Ji bo berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞê û misogerkirina jinavbirina wê tekezî li xurtkirina hevkariya bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re û zêdekirina parastina navendên girtîgehan ên ku çekdarên DAIŞê lê dimînin hat kirin.
Biryara efûyê hat dayîn
Di civînê de têkildarî kar û barên navxwe biryar hatiye dayîn "ji bo kesên ku neçûne ser erka xwe ya leşkerî efûyeke giştî were dayîn û derfetek ji wan re were dayîn ku rewşa xwe sererast bikin".
Li gorî daxuyaniyê, "di dawiya civînê de Meclisa Leşkerî ya HSDyê pêbendbûna xwe bi çareseriya siyasî wekî vebijarkeke neguher a ku aramî û ewlehiya gelê Sûriyeyê misoger dike" tekez kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin