McGurk li Hewlêrê bi Bafil Talebanî û Qubad Talebanî re dicive

McGurk li Hewlêrê bi Bafil Talebanî û Qubad Talebanî re dicive

.

A+A-

 Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk îro li bajarê Hewlêrê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bicive.

Li gor zanyariyên Rûdawê, îro Sêşemê 17ê Çileya 2023an danê nîvro Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re dicive.

Li gor agahiyan, civîn li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin.

Brett McGurk şeva bihorî bi serdanekê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê û her heman şevê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraqê, peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên jibo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekkirina Hêza Pêşmerge gotûbêj kirin.

Di civînê de, Şaniyê Serokatiya Amerîkayê bo Binesaziya Cîhanî û Ewlehiya Enerjiyê Amos Hchstein û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowskî jî amade bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin