Mazlûm Ebdî: Pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan

Mazlûm Ebdî: Pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî (Kobanî) di derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de, bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir û got: “Pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî daxuyaniyek li ser Twitterê belav kir û dilgiraniya xwe li hember egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî navçeyên Rêveberiya Xweser anî ziman.

Ebdî di daxuyaniyê de diyar kir: “Em ji tehdîdên nû yên Tirkiyê yên ku metirsiyeke mezin li ser Bakurê Sûriyê çêdike, nîgeran in.”

Herwiha Mazlûm Ebdî destnîşan kir: “Her êrîşek wê Sûriyan parçe bike, krîzeke mirovî ya nû çêbike û niştecihên eslî û awareyan koçber bike. Zêdebûna aloziya nû dê bandoreke neyînî li kampanya me ya li dijî DAIŞê jî bike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê bang li civaka navdewletî kir û eşkere kir: “Em bang li aktoran dikin ku pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin