
Mazlum Abdî û heyeta Amerîka li ser desteka bo HSDê û entegrasyona bi artêşê re axifîn
.
Heyeta di bin serpereştiya balyozê DYAyê yê Ankara Tom Barrack de ku ji sanator Jeanne Shaheen û endamê Meclisa Nûneran ji Joe Wilson pêk dihat bi fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Abdi re civiyan. Heyet berya bi Mazlum Abdî re bicive li Şamê bi Ahmed Şara re civiyabû.
Heyet di malpera Komîta Karên Derve ya Senatoya DYA de ragihand ku di hevdîtina bi Mazlum Abdî re desteka xwe bo HSDê ragihandiye. Di hevdîtinê de li ser mijara entegrasyona bi artêşa Sûriyê re jî axifîne.
Heyet her weha bi wezîrê xebatê û karên civakê yê Sûriyê bi Hind Kabawat re li ser mijara xwurtkirina civaka sîvîl, li ser sûcdarên şer ku divê karibin hesabê xwe bidin, li ser aştiyê û avakirina civakê axifî.
Senator Shaheen, li bajarê Sayadnya di Manastira Suryanî ya Aziz Efraim ya Ortodoksan de di konferansa diyalog û aştiyê de bi lîderên cuda yên olî û nûnerên ciwanaka sivîl re hevdîtin kir. Li ser seredana xwe senator Shaheen got:
“Piştî ji rejîma Esad rizgar bûn, wê Sûriye bibe ku dikaribe li ser lingên xwe bisekine û bibe bingeha îstîqrarê ya di Rojhilata Navîn de. Amerîka amade ye ku bibe hevkarê Sûriyekî ku li ser rêya rast dimeşe. Ji bo aştiyekî mayînde û refahe ez ê têkoşîna xwe dewam bikim.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin