Mazlûm Abdî: Me îznê da artêşa Sûriyê xwe li ser sînorê Tirkiyê bicîh bike

Mazlûm Abdî: Me îznê da artêşa Sûriyê xwe li ser sînorê Tirkiyê bicîh bike

.

A+A-

Fermandarê HSD ê Mazlûm Abdî ragihand ku wan îznê daye da li ser sînorê Kobanî, Til Rifet û Minbicê bicîh bibin. Abdî civîna çapemeniyê li bajarê Qamîşloyê kir. Di civînê de ragihand ku Tirkiye 2 mehe rojava bi êrîşan tehdîd dike, Tirkiyê operasyonan daye paş lê dev ji operasyonan bernedaye û derfetê bibîne wê êrîş bike. Abdî weha got:

“Tirkiye bi Rûsya re di sala 2019 an de peyman çêkiriye lê ji ber peyman nayê cîh û HSD ji wan re dibe tehdîd dixwaze operasyonan bike lê ev rast nîne û di peymanê de çi hebe me bicîh anî. Tirkiye bi xwe peymanê tetbîq nake.

Li gor lihevkirina sala 2019 an em 30 km ketin nav hundirê Sûriyê û me îznê da ku hêzên Sûriyê li ser sînor bicîh bibin. Hem dewriyeyên Tirkiyê û Sûriyê li herêman dewam dikin.

Tirkiye di nav yek mehekî de 360 car êrîşê herêmên di bin kontrola me de kirin. 6 sîvîl can dan û ew bi 22 SİHA yan êrîşan kirin. Tirkiye êrîşê deverên ku IŞİD î lê tên girtin dike, dibe sedema qelsbûna ewlehiya kampên IŞİD ê lêne û li gor agahiyên di destê me de ne, IŞİD xwe amade dike da êrîşê Kampa Holê bike.

Li hemberê tehdîdên Tirkiyê tewrê civaka navdewletî têr nakin û xwuya dike ku bandora wan têr nake. Tewrê Biden di mijarê de erêniye lê têr nake ku êrîşan rawestîne. Me di meha borîde bi Amerîka û Rûsya re du civînên cuda kir. Lê ev nayê vateya ku wê karibin ber li êrîşan bigrin. Dema Tirkiye derfetên xwe bibîne wê êrîş bike.”

Mazlûm Abdî li ser mijara bicîhbûna hêzên Sûriyê li ser sînor ku îznê dane weha got:

“Tewrê Rûsyayê li hemberê tehdîd û operasyona Tirkiyê erêniye û girînge. Artêşa Sûriyê di bin koordinasyona Tirkiyê de li Kobanî, Minbic û Tel Rifetê bicîh bûn. Erdoğan ji bo hilbijartinan be jî ku di nav wan de problem hene, wê êrîşê Rojava bike û divê xelkê Rojava ji bo vêya amade be.”

Li ser diyaloga hevkariya navbera Kurdan xwe bi xwe de got ku diyalog ji ber hinek sedeman rawestandine û eger sedem ji ortê rabin wê diyalog destpêbikin û kes li dijî diyaloga nîne. Lê negot ew sedem çi ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin