
Marlin Stutzman: Hêviya min ew e ku Kurd û Durzî karibin sîstemeke federal bi pêş bixin
.
Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman got, “Hêviya min ew e ku Kurd û Durzî karibin sîstemeke federal bi pêş bixin. Divê Ehmed Şer rola Kurdan qebûl bike.”
Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Marlin Stutzman diyar kir ku ew di rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de nîşanên erênî dibîne.
Stutzman da zanîn ku Kurd û Durzî hevalbendên demdirêj ên Amerîkayê ne û girîng e ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer rola wan qebûl bike.
Stutzman diyar kir ku ew li Sûriyeyê piştgiriyê dide sîstemeke federal ku di çarçoveya wê de Kurd karibin herêma xwe bi rê ve bibin û di heman demê de wekî beşek ji Sûriyê bimînin û got:
Wî got "Federalîzm li vir, li Amerîkayê gelekî baş dixebite" û hêviya xwe anî ziman ku Ehmed Şer, Kurd û Durzî karibin sîstemeke bi vî rengî pêk bînin ku xweserî û mîrata wan biparêze.
“Hêviya min ew e ku rêzê li pêkhateyan bigire”
Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman ji Rûdawê re wiha peyivî:
“Ez êvara yekşemê, di civîneke şîvê de li gel Serok Şer bûm û piştî wê jî civîneke me ya din hebû.
Me derfet dît ku em behsa azadiya olî ya li Sûriyeyê bikin ku bi nêrîna min mijareke gelekî girîng e. Bêyî azadiya olî, azadiya aborî nabe.
Me behsa pirrengiya Sûriyeyê kir. Ez meha nîsanê çûbûm Sûriyeyê û gelekî baş bû. Gelê Sûriyeyê gelekî hêja ye. Ew gelekî bihêz in û dixwazin welatê xwe ji nû ve ava bikin.
Ji ber wê hêviya min ew e ku Serok Şer bihêle gel welatê xwe ji nû ve ava bike û gel bîne cem hev û rêzê li her pêkhateyê, li her olê bigire.
“Pêwîst e pirrengî bê parastin”
Wekî min behs kir, Sûriye welatekî pirreng e û pêwîst e ew pirrengî ji bo paşeroja Sûriyê bê parastin û li ber çavan bê girtin.
Ez bawer im ku daxwaza wî ya ji bo hevdîtina li gel Serok Trump a li Amerîkayê tevî rabirdûya wî, nîşaneke baş e. Ji ber wê em dê bibînin. Kiryarên wî dê ji gotinên wî bi dengtir bin.
“Kurd dostên me ne”
Ez bawer dikim ku ev hemû nîşanên baş in. Kurd demeke dirêj e hevalbendên Amerîkayê ne û ew dostên me ne, her wiha Durzî jî.
Li başûr û başûrrojhilatê welêt ku ew jî gelekî nêzîkî Durziyên li Îsraîlê ne. Ji ber vê yekê, girîng e ku Serok Şer rola Kurdan qebûl bike û her wiha rola Durziyan jî di welat de bipejirîne.
“Divê sîstemeke federal hebe”
Ez bawer dikim ku divê li Sûriyeyê sîstemeke federal hebe da ku Kurd karibin wîlayet an parêzgeha xwe bi rê ve bibin lê ew ê di heman demê de wekî Sûriyeyî û di bin ala Sûriyeyê de bimînin.
Federalîzm li vir li Amerîkayê gelekî baş dixebite. Em dê sala bê 250emîn salvegera xwe pîroz bikin û hêviya min ew e ku Serok Şer, Kurd û Durzî karibin sîstemeke federal pêş bixin ku tê de ew hemû Sûriyeyî bin lê di heman demê de karibin xweseriya xwe bi mîrata serbilind a van koman biparêzin.
Belê, min kir. Bi rastî ez derbarê vê mijarê bi Serok Şer re axivîm û nameyek ji hinek dêrên Sûriyeyê jî da wî ku tê de daxwaza naskirinê ji aliyê hikûmeta Serok Şer ve hatibû kirin.
Ez bawer dikim ku ev yek, mebesta min, ew yek ku xelk daxwazê ji Serok Şer dike ku wan nas bike, semboleke mezin e û eger Serok Şer bi naskirina wan razî bibe, ez bawer dikim ku ew dê jî bibe nîşaneke mezin ku nîşan dide em dê xelkê li xwe bigirin, ne ku dûr bixin.
Şerê li dijî DAIŞê gelekî girîng e. DAIŞ dijmin bûye, yek ji dijminên li wir e.
Pêwendiyên Serok Şer bi El Qaîde û El Nusrayê re ji bo me hemûyan cihê dilgiraniyeke mezin in lê di heman demê de, wekî ku kiryarên wî nîşan didin, ew bi awayekî misoger gavên rast diavêje û dixwaze ku pêwendiyên wî bi Rojava re hebin, ne bi Rûsya, Çîn an Îranê re. Gelekî spas.”
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin