Mark Savaya: Em nû dest pê dikin, dê li Îraqê dawî li milîsan were

Mark Savaya: Em nû dest pê dikin, dê li Îraqê dawî li milîsan were

.

A+A-

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Kar û Barên Îraqê Mark Savaya di peyama xwe ya sersalê de ragihand ku Washington plan dike sala 2026an dawî li hebûna komên milîs ên li Îraqê bîne.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku zextên Amerîkayê yên li ser Bexdayê ji bo bêçekkirina komên çekdar ên nêzîkî Îranê zêde bûne.

Mark Savaya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Amerîka "dixebite da ku sala 2026an bibe sala bidawîhatina" 18 tiştan li Îraqê, di nav wan de milîs, destwerdana derve, çekên bêkontrol û destwerdana biyanî hene.

Savaya got, "Îraq û alaya wê dê bilind bimîne û bi serbilindî biheje, ev jî ji bo hemû Îraqiyan çavkaniya şanaziyê ye" û bi gotina "Em hê nû dest pê dikin" dawî li axaftina xwe anî.

"Cihê milîsan di hikûmetê de nîne"

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja çarşemê ji Rûdawê re got ku Washington dixwaze komên ku Îran piştgiriya wan dike, di hikûmeta bê ya Îraqê de cih negirin.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku Bexda hewl dide hikûmeteke nû ava bike û zextên Amerîkayê ji bo kêmkirina bandora Îranê zêde bûne.

Rayedarê Amerîkî got, "Divê endamên wan milîsên ku Îran piştgiriya wan dike di hikûmeta Îraqê de cih negirin, bi taybetî ji ber ku ew ji bo Îraqê an gelê Îraqê kar nakin.

Ew serweriya Îraqê bin pê dikin, gefê li Amerîkayî û Îraqiyan dixwin û çavkaniyên Îraqê ji bo Îranê didizin."

Zexta li ser Bexdayê zêde dibe

Washingtonê zexta li ser Bexdayê zêde kiriye da ku bandora Tehranê kêm bike û rola komên çekdar ên nêzîkî Îranê sînordar bike.

Tê gotin ku Amerîka daxwazê ji Îraqê dike ku hemû komên çekdar hilweşîne, heta yên ku bi awayekî fermî di nav sîstema dewletê de ne jî, wekî Hêzên Heşdî Şebiyê.

Baskên siyasî yên çend komên çekdar di hilbijartinên parlamentoyê yên meha Çiriya Paşîn a 2025an de kursî bi dest xistin.

Hevpeymaniya Sadiqûn a girêdayî Esaîb Ehlî Heq ku Amerîka wê wekî rêxistina terorê dibîne ji 329 kursiyên parlamentoyê 27 kursî bi dest xistin.

Endamê Sadiqûnê Ednan Feyhan 29ê Kanû Pêşîn a 2025an di rûniştina yekem a serdema şeşemîn a parlamentoyê de wekî Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.

Soza çekdanînê û helwesta Ketayib Hizbulah

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zîdan roja çarşemê ji Rûdawê re gotibû ku Esaîb Ehlî Heq, Ketayib Îmam Elî, Ketayib Seyîd Şuheda û Ensarulah El-Ewfiya soz daye ku çekan sînordar bikin û tenê di destê hikûmetê de bihêlin.

Lê belê, hinek koman danîna çekan red kir.

Ketayib Hizbulah ku yek ji milîsên bihêz ên nêzîkî Îranê ye û di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, di nav wan koman de ye ku bi awayekî eşkere çekdanînê red dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin