Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin

Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku Rûsyayê di nava 3 mehan de sê qat zêdetirî hilberîna salekê ya NATOyê çek hilberandine.

Mark Rutte hişyarî da ku eger welatên NATOyê pereyên zêdetir ji bo parastinê xerc nekin, divê xwe fêrî zimanê Rûsî bikin.

Rutte di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya New York Timesa Amerîkayê re de parastina biryara zêdekirina lêçûnên parastinê yên welatên endam ji bo ji sedî 5an kir û da zanîn ku bêyî serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ew rêkeftin “ti carî” pêk nedihat.

Mark Rutte got, “Eger em lêçûnên xwe zêde nekin, divê em fêrî zimanê Rûsî bibin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û anî ziman:

“Ew hêjayî hemû pesnan e, çimkî bêyî serokatiya wî û bêyî ku wekî Serokê Amerîkayê were hilbijartin, rêkeftina li ser gihîştina ji sedî 2yê ya îsal û ji sedî 5ê ya sala 2035an dê ti carî pêk nehata.”

Rutte rexneyên derbarê “şelafî” û “stûxwarkirina” xwe ya ji bo Trump red kir û da zanîn:

“Ez 14 salan serokwezîrê Holendayê bûm, loma ez dizanim rexne çi ye lê ez girîngiyê nadimê.

Di dawiyê de divê ez erkê xwe bi cih bînim ku ew jî parastina yekrêziya NATOyê ye.

Hevpeymana me ya herî mezin jî Amerîka ye.”

Rutte derbarê girîngiya NATOyê ya ji bo Amerîkayê anî ziman:

“Eger tu dixwazî Amerîkayê biparêzî, divê tu piştrast bî ku sê tişt parastî ne: Cemsera Bakur a parastî, Okyanûsa Atlantîk a parastî û Ewropayeke parastî, çimkî Rûsya li vir e û bi lezeke bêbawer xwe ji nû ve birêxistin dike.

Eger ew sê herêm neyên parastin, dê pirsgirêkeke mezin a Amerîkayê hebe.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser sedema bilindkirina rêjeya lêçûnên parastinê ji bo ji sedî 5an heta sala 2035an sedema wê bi “pirsgirêkek jeopolîtîk a mezin” ve girê da û got:

“Ya yekem Rûsya ye ku bi lezeke ku di dîroka hevdem de mînaka wê nîne xwe bi çek dike.

Niha Rûsya di sê mehan de sê qat zêdetirî hilberîna salekê ya NATOyê cebilxaneyê hildiberîne.

Rûs bi Koreya Bakur, Çîn û Îranê re dixebite.”

Rutte da zanîn ku ji sedî 3,5ê lêçûnan dê ji bo kar û barên sereke yên parastinê be ku ji sedî 1,5ê mayî dê ji bo bipêşxistina bingeha pîşesaziya parastinê, sîber û lêçûnên din be.

Mark Rutte hişyariyeke tund da û go, “Erê, ev mîqdarekî zêde yê lêçûnê ye lê eger em wê nekin, divê em fêrî zimanê Rûsî bibin.”

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin