Manî Huseynî: Divê peywendiyên Kurdan û Ewropiyan bêne pêşxistin

Manî Huseynî: Divê peywendiyên Kurdan û Ewropiyan bêne pêşxistin

.

A+A-

Serkirdeyê Partiya Karkerên Norwêcê û endamê parlementoya Norwêcê Manî Huseynî dibêje divê peywendiyên Kurdan û Ewropiyan bêne pêşxistin.

Ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê Manî Huseynî ku niha serkirdeyekî Partiya Karkerên Norwêcê û endamê parlementoya wî welatî ye, di hevpeyvîneke xwe de ligel Zinar Şîno behsa ezmûna xwe dike.

Manî Huseynî nîşan bi wê yekê da ku dema ew li Rojavayê Kurdistanê bûn, derfeta kar û çalakiyên siyasî ji wan re nebû, lê li Ewropa û Norwêcê ew derfet bidest Kurdan ket, lewma tevlî tevgera siyasî ya wî welatî bûn.

Manî diyar kir ku  dilê kurdên diyasporê her demê bi Rojavayê Kurdistanê re ye û got: “Doza Kurd û Kurdistanê di van salên dawî de li Ewropa û Norwêcê baş hatiye naskirin û divê têkilî û peywendiyên di navbera Kurdan û Ewropiyan de bêne pêşxistin.”

Derbarê pêwendî û helwesta Norwêcê ligel Kurd û Kurdistanê, parlementerê Kurd, Manî Huseynî diyar kir ku pirsa Kurd û Kurdistan di dema çend salên borî de, ji aliyê wî welatî Ewropa û Norwêcê ve, baş hatiye naskirin û  rola çalakvanên Kurd jî di vê naskirinê de heye û her wê berdewam be.

Parlemenmterê Kurd herwiha tekez dike ku girîng e kar li ser baştirkirina pêwendiyên Kurd û Kurdistanê ligel Ewropayê, bê kirin.

Kurdên diyasporayê di çend salên dawî de, bi awayekî kara û aktîv, nav û dengê gel û welatê xwe gihandine cîhanê û bi çalakî di karên siyasî, rewşenbîrî, hunerî, aborî û zanistî de, beşdar dibin.

Manî, xelkê Qamişlo ye, roja ku bû parlamanter bûbû mêvanê me, di heman rojê bûbû bav jî, zarokekî wî ji dayîk bûbû. Ew kurê nivîskarê Kurd Abdulbaqî Husênî ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin