"Mamosteyên sivikatî bi zimanê Kurdî kiribûn ji kar hatin dûrxistin"

"Mamosteyên sivikatî bi zimanê Kurdî kiribûn ji kar hatin dûrxistin"

.

A+A-

Rêveberê Perwerdê yê navçeya Karayaziyê Muhlîs Çiçek diyar kir, mamosteyên sivikatî bi zimanê Kurdî kiribûn, ji kar hatin dûrxistin.

Li Erzeromê mamosteyên jin ên bi navê B.G.E, N.U, H. û Berfu Kati yên li Dibistana Seretayî ya Karşiyaka ya navçeya Gogsî dixebitin, 3ê Gulana 2022ê li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî di ketina wê navçeyê de wêneyekî xwe girtibûn û yek ji wan mamosteyan, ew wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir ku tenê beşa Tirkî yê tabelayê xuya dikir û bi îşareteke destî sivikatî bi zimanê Kurdî kiribû ku di beşa din a tabelayê de, bi Kurdî  hatibû nivîsîn.  

Piştî wî wêneyî, mamosteyê li ser parvekirina xwe nivîsîbû: “Li aliyê din ê tabelayê hûn bi xêr hatin hatiye nivîsandin, lê tevgera me ji bo wê zelal e” û bi vî awayî sivikatî li zimanê Kurdî kiribû.

Herwiha Kurdan bertekeke mezin nîşan dan û Qeymeqamtiya Navçeyê û Rêveberiya Perwerdeya Navçeyê derbarê mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî dabû destpêkirin.

Rêveberê Perwerdê yê navçeya  Karayaziyê Muhlîs Çiçek do bi daxuyaniyekê eşkerekir ku ew mamoste ji kar dûr xistine.

Rêveberê Perwerdê yê Gogsî got: “Ji ber parvekirina wêneyê wan ê di ketina navçeyê de ku li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkiribûn,derbarê wan mamosteyan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Heta ku ew lêpirsîn bi encam bibe, ew ji kar hatin dûrxistin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin