Mallory: Çewtiyeke mezin li ya Sûriyê hebû

Mallory: Çewtiyeke mezin li ya Sûriyê hebû

.

A+A-

Pisporê Karûbarên Rûsya û Çekên Komelkuj dibêje, “Sîyaseteke Rûsyayê ya ragihandî heye. Ew jî ew e ku heke şerên wê bi başî birêve neçin, li cihekî wek Ukrayna li ser sînorên wê, êdî sîyaseta ragihandî ya Rûsyayê ew ku alozîyan tundtir bike heta asta çekên tevkuj da ku di berjewendîya xwe de dawî li şer bîne.”

Li ser şerê li Ukrayna jî Mallory dibêje, “Rûsya çekên şewitandina hewayî (termobarîk) li dijî ukraynîyan bi kar anîye. Çeka termobarîk bandoreke xwe ya wek çekeke atomî ya biçûk heye. Ew li Sûriyê fêr bûne ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke bi vî rengî diçin û xelkê bi bombeyên klorîn bombebaran dikin.”

King Mallory tekez dike, “Bi bawerîya min, çewtîyeke mezin li ya Sûriyê hebû. Ew jî ew bû ku efserên ku berpirs bûn radestî dadgeha tawanan a navdewletî ji bo tawanên şer nehatine kirin. Tew heke bi neamadebûnê jî bûya, çend doz hebûn, lê ne zêde bûn.”

Pisporê Karûbarên Rûsya û Çekên Komelkuj King Mallory ku berî niha jî Yarîdederê Wezîrê Derrve yê Amerîkayê bû, di hevpeyvîneke taybet de li ser rewşa şerê Ukrayna û Rûsya, hişyariya çekên etomî û dawî pêşhatan bersiva pirsên Roj Elî Zale da.

Zor spas ku tu bi me re yî. Hişyarîyên ku em wan li Washington, D.C. dibihîzin, egera ku Rûsya çekên kîmyayî li Ukraynayê bi kar bîne, heta çiqas egereke cidî ye?

Hişyarî cidî ne. Li gor min, hişyarî li ser zanyarîyên saloxgerî hatine avakirin. Ezmûna dawî ya leşkerî ya Rûsya li Sûriyê bû. Li wir çekên kîmyayî çend caran li dijî merivên sivîl li bajarên Sûriyê hat bikaranîn. Çekên kîmyayî pir xerab in. Xelkê bi awayekî pir xerab dikujin. Lê tiştê ku baş e çekeke tevkuj e, lê ji çeka atomî ne xerabtir e. Sîyaseteke Rûsyayê ya ragihandî heye. Ew jî ew e ku heke şerên wê bi başî birêve neçin, li cihekî wek Ukrayna li ser sînorên wê, êdî sîyaseta ragihandî ya Rûsyayê ew ku alozîyan tundtir bike heta asta çekên tevkuj da ku di berjewendîya xwe de dawî li şer bîne. Lewra ez van (hişyarîyan) cidî werdigirim.

Ez dizanim ku zanyarîyên zêde li ber dest nînin ku çima bi bawerîya Amerîka Rûsya amadekarîyê dike yan lê difikire ku bikar bîne û ew dibêjin ku Rûsya wê propogendayê belav dike ku Amerîka, programa Amerîka û Ukrayna ya berhemanîna çekên kîmyayî û biyolojî li Ukraynayê heye. Vê jî wek nîşanekê dibînin, lê bi hezaran çekên Rûsyayê yên kîmyayî hene (40 hezar ton) û li 7 cihan kom kiriye. Lewra, li gor têgihiştina te hişyarî li ser bingeha ku êrişên Rûsya li Ukraynayê sist bûne yan tiştekî din heye ku amerîkî dibînin û wan dilgiran dike?

Bi bawerîya min, amerîkîyan ev hişyarî nedida heke zanyarîyên wan ên saloxgerî yên şênber nebûna, ku egera êrişên kîmyayî heye. Taqîgehên biyolojî ku bangewazîya wan li Ukraynayê tê kirin, hênceteke klasîk a Rûsyayê ne. Ew hatine taqîgeheke ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşîyê tê bikaranîn, tînin, diguherin û dibêjin ev taqîgeha çekên biyolojî ye. Vê jî wek hêncetekê bi kar tînin û dibêjin taqîgehên çekên biyolojî yên Amerîka li Ukraynayê hene. Bi vî awayî jî rewatîyê didin bikaranîna çekên xwe yên kîmyayî. Li gor min, sedema rasteqîne ku dixwazin çekên kîmyayî bi kar bînin, ji ber wê yekê ye ku rûbirûyî berevanîyeke pir tundtir ji ya ku çaverê dikirin li navçeyên bajarnişîn bûne. Ew li Sûriyê fêr bûne ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke bi vî rengî diçin û xelkê bi bombeyên klorîn bombebaran dikin.

Te qala Sûriyê kir. Li Sûriyê, bi rastî dixwazim li ser testgehan jî ji te bipirsim, lê bila pirsa Sûriyê bikim. Li Sûriyê dema ku Esed çekên kîmyayî di 2012an de ne şaş bim bi kar anîn, Obama hêleke sor danî. Lê paşê karvedana zêde li Amerîka nebû. Kongres ne razî bû. Di 2017an de, me dît ku bersiva Trump hebû, ji ber ku niha Demokratxwaz di desthilatê de ne û Biden dibêje ku heke çekên kîmyayî werin bikaranîn, dê bersiva me hebe. Gelo bersiveke çawa li ber destê Amerîka ye heke Rûsya çekên kîmyayî li Ukraynayê bi akar bîne?

Bi bawerîya min, çewtîyeke mezin li ya Sûriyê hebû. Ew jî ew bû ku efserên ku berpirs bûn radestî dadgeha tawanan a navdewletî ji bo tawanên şer nehatine kirin. Tew heke bi neamadebûnê jî bûya, çend doz hebûn, lê ne zêde bûn. Bersiveke çawa li ber destê Amerîka ye? Em dikarin çekan ji Ukraynayê re peyda bikin û jîyana rûsan pir aloztir bikin. Rûsya çekên şewitandina hewayî (termobarîk) li dijî ukraynîyan bi kar anîye. Çeka termobarîk bandoreke xwe ya wek çekeke atomî ya biçûk heye. Ne şert e çeka atomî bi kar bîne ji bo ku tu bersiva bikaranîna çekên kîmyayî bidî. Tu dikarî hinek çekên asayî bidî ukraynîyan ku heman bandora wan a çekên atomî heye. Ev tenê bersivek e ku niha di bîra min de ye, lê tiştên din jî hene ku werin kirin. Heke Rûsya çekên kîmyayî bi kar bîne, ev nîşaneke ku artêşa wê ewqas asê maye ku li gor wan divê hawara xwe bibin ba wan çekan.

Gava em qala çekên kîmyayî û bikaranîna çekên kîmyayî dikin, ne şert e wek wê yekê be ku Sedam Hisên li Helebceyê bi kar anî wek mînak û bi hezaran welatîyên sivîk kirin qurbanî. Me berê Rûsya dîtiye materyalêm kîmyayî bi kar aniye, wek mînak li Brîtanya dû re li dijî Alexei Navalny. Lewra gava em behsa êrişên kîmyayî dikin, divê em ji wê yekê dilgiran bin ku ev êriş êrişeke kîmyayî ya mezin dibe? Ez dizanim bersiva vê pirsê li ser wê yekê dimîne ka heta çiqas zanyarîyên saloxgerî li ber destên me ne, lê heke tu li reftarên Rûsya di dema borî de binêrî, têgihiştina te jê re çawa ye?

Li ser wê yekê dimîne ka Rûsya çekên kîmyayî bi çi armancekê bi kar tîne. Li gor min, senaryoyeke ku zêdetirîn egera wê heye ew e ku êrişî wan navçeyên bajarnişîn bike ku li wan rûbirûyî zêdetirîn berevanî ji alîyê şênîyên wan vehat , ji radeya ya ku çaverê dikir bêhtir. Wek me li Sûriyê dît, lê di bikaranîna çekên kîmyayî de sedemên leşkerî jî hene. Hinek çekên kîmyayî hene ku heta demeke pir dirêj li deverê dimînin û deverê heta çend rojan qirêj dikin da ku kes nikaribe kelûpelên leşkerî bibe wê deverê. Hinek çekên kîmyayî yên din hene ku di demeke kin de namînin. Ev ji bo wê yekê ye ku her cure berevanîyek heye ji nav bibe û di ser re derbas bibe. Ev hemî cure li cem Rûsyayê hene. Pir li bal wê hene, lewra pir dijwar e tu bizanî kîjan ji wan e, çunke bijarte pir in. Lê bi nêrîna min, a ku bêhtir egera wê heye ji bo wê yekê dibe ku berevanîya navçeyên bajarnişîn nehêle.

Te berê qala wê yekê kir ku Rûsya bangewazîya wê yekê dike ku testgehên biyolojî û kîmyayî li Ukraynayê hene û bi dîtina min Rûsya qala testgehên biyolojî û kîmyayî dike ku li wan testgehan çekên biyolojî bi bikaranîna balinde û şevşevokan tên çêkirin. Lewra ew taqîgeh li wê derê hene. Gelo ew taqîgeh taqîgehên rewa ne û ji bo lêkolînên zanistî tên bikaranîn, yan ew taqîgeh çi ne?

Ew taqîgehên pile sê ne. Sînordarkirina (jinavbirina) mîkroban in. Yek pileyê li jêr pileya herî bilind in, pileya çaran. Wek mînak, a ku li Wuhanê hebû, pileya çaran bû. Ew têne bikaranîn ji bo ku bi awayekî pir miqate lêkolînan li ser zindîwerên pir biçûk bikin wek (vîrûs û bakteryayan) û ji bo ku cureyên wan destnîşan bikin û pêşî li belavbûna nexweşîyê bigirin. Çend testgehên bi vî rengî yên Rûsyayê jî hene. Lewra ev avahîyên pir ewlekarî yên tund in ku bi patocîna biyolojî ya (zindîwerên biçûk) re tevdigerin ji bo ku haydarî tendirustîya giştî bin. Ew hatine ew tiştên ku li Wuhanê dihatin qalkirin, li vir qal dikin û dibêjin ku ev taqîgeheke çekên biyolojî ye. Ev dîsînformasyon e ango sextekirina agahîyan e ku Sovyet mamosteyên vê yekê bûn û rûs jî li ser berdewam in, ango tiştê ku Sovyet dikir.

Ew testgehên ku ji bo jinavbirina mîkroban têne bikaranîn, mûmkin e di heman demê de ji bo çêkirina çekan jî mifa ji wan were wergirtin?

Ez bawer nakim. Bila ez ji te re bibêjim çima. Bi rastî min çekek li ser çekên kîmyayî nivîsîye. Heke tu bixwazî çekên kîmyayî çêbikî, gelek tiştên din hene divê tu wan bikî, wek tenê di patocînan de, divê tu sîstema gihandinê jê re çêbikî û tu sîstemê test bikî, divê navçeyeke pir mezin li ber destê te be ji bo ku tu wê çekê tê de test bikî, wek a ku Rûsya li Şîxanî heye, ku testgeheke wê jî li wir heye. Li nêzîkî bajarê Volskê. Ji ber vê yekê komek tişt hene ku pêwîst in heke tu bixwazî çekên kîmyayî û biyolojî çêbikî. Wek mînak, heke tu bixwazî ensraksê çêbikî, divê tu pudrayeke ango tozeke taybet jî çêbikî ji bo ku tu tevlî wê bikî. Divê tu tevlî bikî da di bayê de belav bibe. Ew testgehên li Ukraynayê nikarin ti yekî ji van karan bikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin