Ji bo Komîteya Amadekar ya pîrozbahîya 80ê salîya PDK-Iê

Ji bo Komîteya Amadekar ya pîrozbahîya 80ê salîya PDK-Iê

.

A+A-

Hevalên hêja, nunerên partîyên Kurdistanî, rêvebir û endamên PDK ê

Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK Nunertîya Ewropayê salvegera damezrandina 80ê salîya PDKIê li serkirdayetî, endamên partîyê û miletê Kurd pîroz dike.

Birêzan!

PDK I di vî 80ê salên buhurî de bi bedêlên mezin, bi îstîqrar tekoşîneke bêhempa domandîye. Îro guherînên mezin li Rojhilata Naverast rû didin. Di vê pêvajoya guherînên Rojhilata Naverast de, pêdivîyeke yekta bi hevkarîya hêzên Rojhilatê Kurdistanê heye. Di pêvajoya hevkarîya hêzên Rojhilatê Kurdistanê de rol û cîyê PDKIê girîng û taybetî ye.

Hevalên hêja!

Dewleta Dagîrker ya Îranê beşekî mezin ji hevalbendên xwe li Rojhilata Naverast wenda kir. Çawa desthilatdarîya Esad, Hizbullaha Lubnanê hate rûxandin, dê roja rûxandina desthilatdarîya Ayetulahên dagîrker jî bê.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê bi destên neyarên hovane, bi bêdengîya Sowyetê û bi alîkarîya Ingilîzan û Tirkan ve serokê PDK I û Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhemed bi hevalên xwe, hatin darvekirin. Qazî Muhemed di dilên her kurdekî welatparêz de, xwedî cîyekî taybetî ye. Kurdan şîretên Qazî Muhemed mixabin hetanî îro di guhên xwe de nekirine guhar.

PDK I, di 1989an de bi awayên îxanetî, bi destên neyarên hov yên dagîrkerên Îranî ve, serokê PDK I, birêz Abdurrehman Qasimlo hate kuştin. Herweha di 1992an de careke din serokê PDK I, bi êrîşên Dagîrkerên Kurdistanê ve rû bi rû bû û birêz Sadiq Şerefkendî jîyana xwe ji dest da. Ew beşdarî kerwanê cangorîyên PDKê bûn.

Digel van karesat, cangorî û êrîşên dagîrkeran ve PDK I, tekoşîna xwe ya neteweperwerî domand û îro li Rojhilatê Kurdistanê wek kelemê di çavên neyaran de tevdigere.

PDKI piştî 16 salên dabeşîya nava partîya xwe, di 21-08-2022an de yekîtîya xwe ya sîyasî û rêkxistinî ji raya Kurdistanê û ya cîhanê re îlan kir. PDKI bi vê helwesta xwe ya neteweperwerîyê li tevaya Kurdistanê bû nimûneya yekrêzîya hêzên Kurdistanî.

Silav li tekoşîn û berxwedana PDKI ê.

Bijî Kurd û bijî Kurdistan

16/08/2025

Mer Baran Boskan

Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWKe

Rêkxistina Ewropayê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin