Malbatên şeş zarokan li Qamişlo xwepêşandan kirin

Malbatên şeş zarokan li Qamişlo xwepêşandan kirin

.

A+A-

 Ji bo duyem car îro malbatên 6 zarokên ku ji bo eskeriyê hatine birin li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin.

Malbata zarokekî ji Rûdawê re got, dema ku wan dixwest biçin li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî xwepêşandanê bikin, asayişê rê nedan wan biçin cadeya Siyahî û li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûy û ew neçar kirin ku vegerin.

Bi gotina wê malbatê wan jî piştre li ser rêya Hesekê li pêşiya nexweşxaneya Ferman Xwepêşandana xwe berdewam kirin û xwestin zarokên wan bên vegerandin.

Malbatên 6 zarokan dibêjin, zarokên wan ji bo leşkeriyê hatine birin.

Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan jî Xalid Cebir berî niha ji Rûdawê re gotibû, heta niha wan hejmarek zarok vegerandine û kar dikin ji bo ku zarokên din jî bêne vegerandin, her wiha gotibû cihê zarokan dibistane, ne leşkerî ye.

Li Rojava 18 zarok bo çekdariyê hatine birin

Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Herêma Firatê Fethî Mehmûd roja 6-12-2021ê ragihand, ku wan ji destpêka Mijdarê û heta niha 18 gilî derbarê birina zarokan ji herdû regezan (Nêr û Mê) bo çekdariyê tomar kirine.

Herwiha Fethî Mehmûd eşkere kir ku wan heta niha tenê 3 zarok ji wan 18 zarokan li malbatên wan vegerandine.

Fethî Mehmûd her da zanîn, ku di 2020ê de wan 36 gilî derbarê birina zarokan bo çekdariyê tomarkiribûn, lê di 2021ê de wan 106 gilî tomar kirine, ji wan jî 62 zarok bo malbatên wan hatine vegerandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin