
Mala Êzidiyan li dijî kiryarên PKKê daxuyaniyek belav kir
.
Mala Êzidiyan li dijî kiryarên PKKê û nehîştina dewama li saziyên hikûmî daxuyaniyek belav kir.
Mala Êzidiyan îro di daxuyaniyek de rexne li kiryarên dawîn ên Partiya Karkerên Kurdistanê girt û biryara wê ya nehiştina dewama karmendan li saziyên hikûmî ên Şingalê şermezar kir û ev kiryar wekî neyînî bi nav kir.
Serokê Mala Êzidiyan Qolo Evdo di daxuyaniyekê de rexne li biryara îdareya ser bi PKKê ve red kir û ragihand, “Em wek Mala Êzidiyan, biryara wê îdareyê red dikin ku xizmeta herêmê nake û aliyeke siyasî ya nerewa û neqanûnî derketiye û desthilatdariya wê di vê derbarê de tune ye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em weke serok û endamên Mala Êzidiyan a li Şengalê ku nûnertiya cemaweriya pêkhateya Êzidî dike, em hemû bi qanûn û bi sîstema giştî ya dewletê re ne, ji bo parastina ewlekarî, aramî û aştiyê li welatê me yê birîndar, Iraqa mezin û bi taybetî Şingala wêrankirî.”
“Desteya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şingalê” ya ser bi PKKê ve, îro biryara girtina dezgehên hikûmî û nehikûmî heta fermaneke din derxist, piştre jî li herêmê alozî derket.
Herwiha endamên Partîya Karkerên Kurdistanê molotof avêtin ser artêşa Îraqê û agir bi hummereke serbazî xist û leşkerek birîndar kir. Peyamnêrê me jî diyar kir ku di aloziyan de keçek jî birîndar bûye.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin