Maduro li Dadgeha New Yorkê xwe bêtawan nasand

Maduro li Dadgeha New Yorkê xwe bêtawan nasand

.

A+A-

Serokê Venezuelayê yê girtî Nicolas Maduro li Dadgeha Federal a New Yorkê tometên terorê û bazirganiya madeyên hişber red kirin û ragihand ku hêşta ew serokê welatê xwe ye.

Madoroyê 63 salî îro (Duşem, 05.01.2026) li Dadgeha New Yorkê rûbirûyî çar tawanên tometên tawankariyan bû, ku bazirganîkirina bi madeyên hişber, plangêriyên anîna Kokayînê û hilgirtina çekên reşaş û amûrên wêranker.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Maduro li dadgehê bi dengekî bilind bi rêya wergêrekî got: "Ez bêtawan im, ez ne tawanbar im. Ez mêrekê birûmet im û ez hîn jî serokê welatê xwe me.” Lê Dadwerê Dadgeha Federal a New Yorkê Alvin Hellerstein rasterast gotinên wî birîn û nehişt ku ew gotinên xwe temam bike.”

Jina Maduro, Celia Flores, jî her di wê rûniştinê de amade bû û wê jî bêtawaniya xwe ji wan tometên ku arasteyî wan hatine kirin ragihand.

Herwesa li gorî medyaya Amerîkayê, dadgehê roja 17ê Adara 2026ê wekî jivanê rûniştina duyê destnîşan kir.

Li gorî lîsta tometan, Maduro bi çavdêrîkirina toreka bazirganiya Kokayînê tê tawanbarkirin ku bi komên tundûtûj ên wekî kartelên Sinaloa û Zeta yên Meksîkayê, çekdarên FARCê yên Kolombiyayê û banda Trin de Arawa ya Venezuelayê re hevkarî heye.

Maduro pêştir jî ew tomet red kirine û wekî hincet wesif kirine, ku Amerîka wekî hincet ji bo bicihanîna planên xwe û bindestkirina yedegên dewlemend ên petrolê yên Venezuelayê bi kar tîne.

Girtina Maduro ji aliyê Donald Trump ve bû sedema bertekên tund ên serkirdeyên cîhanê û rayedarên hikûmeta Karakasê jî şok û şaşmayî kirine ka çawa bersiva wê rewşê bidin.

Bi fermana rasterast a Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump, hêzên taybet ên Amerîkayê li roja Şemiyê bi piştevaniya balafirên şer û helîkopteran operasyoneka ji nişkê ve ji bo ser mala Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li Karakasa paytexat Venezuelayê li dar xist û ew û hevjîna wî girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin