Maden terikîbû, ji bo veşêrin herroj bi axê serê wê digirtin!

Maden terikîbû, ji bo veşêrin herroj bi axê serê wê digirtin!

Mehmed Salih Tuncer di derbarê birayê xwe Şefîq Tuncer ku di hilweşîna maden a Şîrwanê de jiyana xwe ji dest dabû agahî da

A+A-

Mehmed Salih Tuncer di derbarê birayê xwe Şefîq Tuncer ku di hilweşîna maden a Şîrwanê de jiyana xwe ji dest dabû agahî da û got; birayî wî Şefîq 20 salan operatorê makineyê kiriye lê ji ber ku di branşa xwe de kar peyde nekirîye li madenê dest bi kar kiriye û rojê 12 saetan xebîtîye. Mehê ya jî ji 45 rojan carek dihat Batmanê zarokên xwe didît û meaşê wî 1800 lîra bû.

Piştî ku li Batmanê birayê xwe sipart axê M. Salih Tuncer got; bîrayê wî maxdûr e, 3 zarokên wî hene, hersê jî diçin dibistanê û niha sêwî man.

Salih Tuncer dibêje; birayê wî dixwest dev ji kar berde lê ji bo bêkar nemîne ew mecbûr li wê ma, karkirên li wê hemû jî ji ewleyîya madenê gilîker bûn, lê ji ber bêçaretîyê dengê xwe nedikirin. Ev duh meh bû terk li madenê ketibû, lê tu tedbîr negirtin ji bo vê terkê veşerin heroj bi axê serê wê digirtin.

Wek dihê zanîn di 17ê Mijdarê de li navçeya Şirvan a parêzgeha Sêrtê madenek hilweşîya bû û 16 karkir di bin axê de mabûn; ji wan 6 kes meytê wan hatibû dîtin û 10 kes jî hin di binê axa de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin