
Macron û Ehmed Şer axivîn: Divê HSD tevlî dewleta Sûriyeyê bibe
.
A+A-
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi rêya telefonê axivîn.
Macron piştî pêwendiyê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser girîngiya agirbestê û rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Min vê sibehê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şer re hevdîtinek pêk anî.
Min dilgiraniya me ya li ser zêdebûna aloziyan a li Sûriyeyê û berdewamiya êrişa ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve tê birêvebirin jê re ragihand.
Agirbesteke mayînde pêwîst e û divê li ser bingeha dan û standinên meha Adara borî, li ser tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a nav dewleta Sûriyeyê rêkeftinek were dîtin.
Yekîtî û aramiya Sûriyeyê bi vê ve girêdayî ye."
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin