Macron hişyarî da Sûriyeyê: Ewropa dê piştgiriya nêzîkatiyeke wiha neke

Macron hişyarî da Sûriyeyê: Ewropa dê piştgiriya nêzîkatiyeke wiha neke

.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da û xwest ku êrişên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bên rawestandin.

Macron tekez kir ku riya Sûriyeyeke yekgirtî di entegrasyona HSDyê re derbas dibe û biryarnameya serokatiyê ya li ser mafên Kurdan wekî pêngaveke erênî nirxand.

Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Sûriyeyeke yekgirtî û aram bi tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a nava xwe pêk tê, ne bi şerê li dijî wan kesên ku li kêleka me li dijî DAIŞê şer kirine."

"Divê êriş demildest rawestin"

Serokkomarê Fransayê hişyarî da rayedarên Sûriyeyê û anî zimên:

"Divê êrişa rayedarên Sûriyeyê demildest raweste. Fransa û Ewropa nikarin piştgiriyê bidin berdewamiya nêzîkatiyeke wiha."

"Peyman pêkan e"

Macron bal kişand ser biryara dawî ya têkildarî Kurdan û got:

"Rêkeftineke berfireh pêkan e. Biryarnameya serokatiyê ya li ser mafên Kurdan ku doh hat qebûlkirin, gavek e ku di aliyê rast de hatiye avêtin."

Peyama dostaniyê

Macron di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku ew dê piştgiriyê bidin proseya dan û standinan û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Em dê hewlên xwe yên ji bo piştgiriya vê pêvajoya dan û standinan bidomînin da ku piştgiriyê bidin yekîtî û yekparçeyiya Sûriyeyê.

Ev peyama welatekî dostê Sûriye û gelê Sûriyeyê ye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin